‘Divê daxwazên kedkarên tenduristiyê di Qanûna Tûrik de cih bigire 2018-08-01 09:14:54   ENQERE - Endama SES’ê Eylem Kaya diyar kir ku daxwazên kedkarên bi salan berxwe didin di Qanûna Tûrik a ji meclîsê derbas bûye de cih nagire û bi lêv kir ku pirsgirêkên di qada tenduristiyê de tê jiyîn û şîdeta li kedkar tê kirin ji pergala nayê sererastkirin pêk tê.   Qanûna Tûrik a di rojên borî de ji meclîsê derbas bû, bersivê nade daxwazên kedkarên bi salane tînin ziman. Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Eylem Kaya Eroglu da zanîn ku zema pêvajoya ximzeta fîîlî û daxwaza pereyê kedkariyê di qanûnê de cihê xwe negirtiye.   ‘Kar wê bandorê li serkeftina me bike’   Eylemê her wiha destnîşan kir ku bi salane daxwazên wan li ber çavan nehatine girtin lê ew ê dîsa bi israr bin û wiha pê de çû: “Em wisa difikirin ku wê parçekirina feraseta xizmeta ekîbê ya di Qanûna Tûrik de wê bandorek neyînî li ser serkeftina karê me bike. Wezareta tenduristiyê bi kêfxweşiya nexweş pesnê xwe dide lê kedkarên tenduristiyê yên vê xizmetê dike, ji nedîtîve tê. Wezaretê tu carî beramberê vê nedaye kedkaran.”   ‘Serokomar kedkarên tenduristiyê bê îtîbar dike’   Eylemê balkişand ser gotina serokomarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a weke ‘ez bi doktor derziyê nadim lêxistin’  û got ev gotin kedkarên tenduristiyê bê îtîbar dike û her ku ev bê kirin wê şîdet jî zêde bibe.    Eylemê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku her kes bi awayekî wekhev ji xizmetê fêdeyê nagirin. Mirov nikarin randevuyê bigirin. Di xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên cidî hene. Ji ber em bi nexweşan re muxatab in, pirsgirêkên di tenduristiyê de yekser bandorê li me dikin. Li serwîsên lezgîn nêzî mîlyonek serlêdan hene. Ger pergala lezgîn baş pêk neyê wê xizmên nexweşan êrîşê xebatkaran bikin. Divê demildest pêşî li van pirsgirêkan bê girtin.”