‘Rewşa bazirganan ji ber qeyrana aboriyê ne baş e’ 2018-07-31 09:06:35   Gulîstan Azak   AMED - Bazirganan diyar kirin ku gel êdî nikarin tiştekî bigirin loma karê wan jî nabe û got: “Di bêrîka kesî de pere tune ye. Yê me jî di qasa me de pere tune ye. Muşterî êdî li şûna kirînê tenê dinêrin.”   Krîza aborî herî zêde xwe li sûk û bazaran dide xuyakirin. Bazirganan bertek nîşanî krîzê da û diyar kirin ku êdî gel hatiye asta ku nikarin tiştekî bigirin û got di bêrîka gel de pere tune ye.   Li navçeya Baglarê, jina bi navê Kevser Akkoyun a 4 sal e bazirganiyê dike got aliyê ku krîz bê veşartin nemaye û wiha pê de çû: “Her kes krîza aborî dibîne. Binêrin kargeriya min vala ye. Ez li dukana xwe karekî din jî dikim. Ez papîk û lîfan çê dikim û difroşim.”   ‘Muşterî tenê dinêrin’   Kevserê daxuyakirin ku muşterî tên dinêrin û diçin û ev tişt anî ziman: “Carna jî tên tiştekî dikirin dibêjin binivîse. Em nikarin debara mala xwe bikin. Her wiha êdî em dikevin zorê ku kirêya dukanê bidin.”   Bazirgan Ayşe Taniş jî wiha got: “Krîz her diçe mezin dibe. Gelek caran rojê em tu tiştekî nafroşin. Muşterî cilan diecibînin lê nikarin bikirin.”   Seval Balta jî bertek nîşanî krîzê da û got carna karê wan qet nabe û carna jî bi zirar malên xwe difroşin û qezenca wan qet nabe.