Di atolya hunera çînî de dîrokê bi jiyanê re tîne cem hev 2018-07-30 09:15:47   Gulîstan Azak   AMED- Yekbun Yaş ku fîgurên mezopotamyayê li ser seramîkan nexş dike,  li atolya Çînî ya li taxa Ziya Gokalp a Sûra Amedê vekiriye, dîrokê bi jiyanê re tîne cem hev.    Yekbun Yaş ku bi gelek pêşangehan çanda mezopotamyayê dide nasîn, di heman demê de perwerdê dide bi sedan jinî û ji jinan re qada îstîhdamê vedike.   Yekbun ku armanca wê hunera çînî ya di dîroka mezopotamyayê de xwedî paşerojek hezar û 500 saliye zindî bike, piştî perwerdeya vê hunerê digire di 2008’an de li Amedê atolyê vedike.    ‘Xwediyên serkeftina min jin in’   Yekbunê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku huner ji bo wê wateyek girîng îfade dike û got çavkaniya îlhama wê jin in. Yekbunê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Huner ji bo min jin e. Ji ber afrînerên hunerê jin in.Ez deyndara jina me .Jinên malbata min çavkaniya serkeftina min in. Mêran digot çi karê te bi hunerê heye. lê jinan her tim piştgirî dan min.”    Motîfên Mezopotamyayê   Yekbunê bal kişand ser xebatên xwe û got ew fîgurên mîtolojîk bi kar tîne û zêdetir motîfên Mezopotamyayê yanî Ahura,Mazda, Melekê Tawus, Şahmaran bi kar tîne. Yekbunê wiha berdewam kir: “Motîfên fistanên gelerî yên jinên Mezopotamyayê jî ji bo min gelek girîg in.  Rengên cil û bergên gelerî ji bo min pir girîg e. Amed bi taybet jî navçeya Sûrê qadek hunerê ya girîng e. Ez gelek kêfxweş im ji ber ku li wê me. Huner bi destê jinê dikare watedar be. Ez bang li hemû jinan dikim. Afrînerên hunerê hun in .Ez hemû jinan vedixwînim atolyeyê.”