Di pêvajoya OHAL'ê de cinayetên kar ji sedî 14 zêde bûn 2018-07-28 13:54:24   NAVENDA NÛÇEYAN  – ÎSÎG rapora cînayeta kar a du salên OHAL’ê aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku cînayetên kar di serdema OHAL’ê de ji sedî 14 zêde bûye û di du salên dawî de herî kêm 3 hezar û 960 karkerî jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora cînayeta kar a serdema OHAL’ê ya di 21’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin û di 18’ê Tîrmeha 2018’an de hat rakirin aşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di cînayetên kar de ji sedî 14 zêde bûye û di du salên dawî de herî kêm 3 hezar û 960 karker jiyana xwe ji dest dane.    Cihê ku herî zêde cinayeta kar lê hatiye kirin Stenbol e. Li Stenbolê di pêvajoya OHAL'ê de 459 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li Kocaeliyê 163, li Îzmîrê 158, li Antalyayê 153 karkerî jiyana xwe ji dest dan.    Di pêvajoya OHAL'ê de cinayetên kar ji sedî 14 zêde bûn