Nevîn Îl: Jin di qada aboriyê de tune tên hesibandin 2018-07-28 09:04:00   WAN - Endama Lijneya Rêveberiya DTSO’yê û karsaz Nevîn Îl diyar kir ku bêpergaliya newekheviya zayendê herî zêde di qada aboriyê de tê dîtin û wiha got: “Jin di qada aboriyê de tune tên hesibandin, di navendên hilberandina polîtîkayan de jî cih nagirin.  Di rêveberiyên tên hilbijartin de jî jin nayên dîtin.”   Komeleya Karsazên Jin yên Rohilat û Başurê Rojhilat (DOGUNKAD), di çarçoveya projeya ‘Hevkariya Di navbera Lijneyên Civaka Sivîl yên Jin ên Rojhilat û Başurê Rojhilat û Avakirina Toran’ de hedef dikin li 10 bajarên Kurdistanê civînan bikin. Endama Lijneya Rêveberiya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û DOGUNKAD’ê Nevîn Îl derbarê projeya dimeşînin de axivî.   ‘Em hewl didin pirsgirêkên jinan fêm bikin’   Nevînê di berdewamiya axaftina xwe de got wan salek berê dest bi xebatên projeyê kirine û got hedefa wan ev e ku li 10 bajaran îstîhdama jinê û rewşa karsazên jin analîz bikin. Nevînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me xwest em bi jinan re nîqaş bikin. Di vî alî de li Wanê jî hevdîtinek wisa girîng bû. Em dixwazin pirsgirêkên jinan hîn bibin û di vê esasê de polîtîkayan pêş bixînin.” Nevînê destnîşan kir ku civînên wan ên li Wan û Amedê gelek baş derbas bûne û got wê xebatên wan li Colemêrg, Dêrsîm,Riha, Êlih û Sêrtê bidome. Her wiha da zanîn ku piştî van civînan di dawiya salê de li Amedê konferansek mezin pêk bînin.   ‘Newekhevî herî zêde di qada aboriyê de tê dîtin’   Nevînê daxuyakirin ku jin di mekanîzmayên biryarê de cih nagirin û ev jî rê li ber pirsgirêkên cidî vedike û got yek ji hedefên wan ev e ku jin di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin û pirsgirêkên cihnegirtinê tespît bikin. Nevînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di qada aboriyê de tune tên hesibandin, di navendên hilberandina polîtîkayan de jî cih nagirin. Di rêveberiyên tên hilbijartin de jî jin nayên dîtin.”