‘Xwişka min digot ‘wir bi xetere’ 2018-07-24 09:08:56   Melîke Aydin   MUGLA - Sevgî Satilmiş diyar kir ku ji ber binpêkirinên li Santrala Termîkê ya Yatagan hatine jiyîn xwişka wê jiyana xwe ji dest daye û got wê şopdarê dozê bin. Karkerên santralê jî gotin piştî taybetkirinê binpêkirin zêde bûne.   Di santrala Termîkê ya Yatagan a 3 kîlometre  li ser riya Yatagan-Mîlasê ye di encama têkçûna coha sewqê de 2 kesî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Seray Şîmşek a 36 salî bû. Serayê zêdeyî 10 salan di santrala termîkê de dixebitî. Xwişka Serayê Sevgî Satilmiş diyar kir ku ji ber binpêkirinan ev kuştinên kar pêk tên û divê hesab bê pirsîn.   Li gorî gotinên karkerên li santralê dixebitin, di galeriya ku komir tê sewqkirin de piştî qutbûna banda konveyorê ya komir dibir kanê, karê valakirinê ji ber bi ava şiddetê dihat kirin, korozyon û rizandin derketiye holê.    Hat destnîşan kirin ku bi teşerontiyê re kadroyên pispor nehatine xebitandin û vê jî bi xwe re rîsk zêde kiriye.   Dîmen tên lêkolînkirin   Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dîmenê der barê bûyerê de ji aliyê serdozgeriya komarê ya Yataganê ve tê lêkolînkirin.   Sevgî Satilmiş bertek nîşanî binpêkirinan da û got bûyer di dema bîhndana çayê de pêk hatiye û ji ber vê hejmara miriyan jî kêm bûye û got: “Xwişka min digot ew der bi xeter e. Em ê şopdarê bûyerê bin.”