'Bi keda destên xwe jin li civakê xwedî derdikeve' 2018-07-19 09:03:02   Dîlber Mihemed   SERÊKANIYÊ - Fatma Ebdulrehman EL-Alî ya ku karê dirûtinê dike û debara xwe dike, yek ji jinên ku pêşdarazên civakê hildiweşîne ye. Fatmayê bang li hemû jinan kir ku ew jî têbikoşin û li ser lingên xwe bisekinin û nehêlin ku tu tişt li hemberî daxwazên wan ê jiyanî bisekinin.    Fatma Ebdulrehman EL-alî (31) ya ku karê dirûtinê dike û debara xwe dike yek ji jinên ku pêşdarazên civakê hildiweşîne ye. Fatmayê bi dirûtina cil û bergan debara malbata xwe dike. Fatma dayika 5 zarokan e sê keç û du lawên xwe bi keda destên xwe mezin dike.    Piştî zewiciye jî karê dirûtinê dewam kiriye   Fatmaya ku bi keda destên xwe debara xwe û  zarokên xwe dike derbarê keda xwe de wiha got:"Ez karê dirûtinê ji jinek pispor hîn bûm. Ev bû dora deh salane ku ez vî karî dikim. Ez zewicî me û bûm dayika 5 zarokan lê min dîsa jî dev ji karê xwe berneda. Ez bi vî karî debara malbata xwe dikim. Ji aliyekî jî ez ji hezkirinê karê dirûnê dikim. Lê dîsa ez dibînim ku gerek jin di warê aboriyê de xwe pêş bixe, ji ber ku jin bingeha civakê ye."    'Ez ked didim û li keda xwe xwedî derdikevim'   Fatmayê diyar kir ku heta dawî ew ê li keda xwe xwedî derkeve û wiha dewam kir:" Xwesteka min a kirina vî karî ew e ku ez xizmeta miletê xwe bikim û ji bo pêşxistina civakê gerek her tim jin jî xwe  pêş bixe û ger mirov bixwaze ku tişkekî biparêze divê ku li keda xwe xwedî derkeve û bidomîne."    'Divê jin stûyê xwe li ber tu kesî xwar neke'   Fatmayê  bal kişand ser keda jinê ya di nava civakê de û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jin xwedî hêz û vînek mezin e, loma jî jin cihekî pir mezin di nav civakê de digire. Di her demê de divê ku jin bi keda destên xwe li xwe û civaka xwe xwedî derkeve û stûyê xwe tu caran li hemberî tu kesan netewîne.Çimkî bi keda destên xwe jin li civakê xwedî derdikeve." "