Berxwedêrên Flormarê: Cîhanê dengê me bihîst dewlet nabihîse 2018-07-16 11:51:38   STENBOL - Karkerên Flormarê ji 15'ê Gulanê heta niha ji bo mafên xwe yên sendikayê berxwe didin. Kedkarên Flormarê banga boykotê li Yves Rocher û Flormarê kir û gotin:"Me serî netewand, em serî natewînin. Em dizanin ku em ê bi ser bikevin."   Karkerên ku li Kozmetîka Flaromarê ya li Herêma Sanayî Organizeya Gebzeyê, dixebitîn û ji ber ku endamên Sendikaya Petrol-Îş'ê bûn ji kar hatin avêtin ji 15'ê Gulanê heta niha berxwe didin. Berxwedana Flormarê bi çalakiya 5 karkeran dest pê kir û mezin bû. Karkerên Flormarê ji gelek aliyan piştgiriyê digirin. Karkeran gotin ku li pişta wan Sendikaya Petrol-Îş'ê û gel heye û ew ê berxwedana xwe bidomînin.    'Sendîkayîbûn maf e'   Rûkîye Baş anî ziman ku dewlet alîgirê patrona ye û got ji ber ku dewlet ji aliyê patronan ve tê xwedîkirin loma dewlet mafê karkeran naparêze. Rûkiye anî ziman ku ji aliyan piştgiriya wan tê kirn û heta ku ew bi ser bikevin ew ê berxwe bidin.    'Cîhanê dengê bihîst lê dewletê dengê me nebihîst'   Sultan Kiliç a ku 9 salan li Flormarê xebitî anî ziman ku dema ew dixebitî ji aliyê şefê hilberînê ve hatiye tehdîtkirin û ew bêyî tazmînatê bistîne ji kar hatiye avêtin.    Sultanê wiha dewam kir:"Hemû kesî dengê me bihîst heta cîhanê jî dengê me bihîst lê dewlet dengê me nabihîse. Lê em ê serî netewînin. Em dizanin ku em ê bi ser bikevin."