'Rêjeya betaliya jinan zêde dibe' 2018-07-13 09:07:27   Habibe Eren   ENQERE - ‘Çareseriya bi sêhr’ ya hikûmetê ji bo qada îstîhdamê zêde bike pêşniyar kir ji aliyê Prof Dr. Gulay Tokoz ve hat nirxandin û diyar kir ku rêjeya betaliya jinan zêdetir bûye û di navbera rêjeya betaliya mêran de gelek navber çê bûye.   Ji Zanîngeha Enqereyê Endama Hîndkeariya Fakulteya Zanistên Siyasî Prof Dr. Gulay Tokoz  derbarê di desthilatdariya AKP’ê de jinan çawa di hêza kar de cih girtiye û qada îstîhdama jinê nirxand.   Gulayê destnîşan kir ku rêjeya betaliya jinan her tim ji ya mêran zêdetir bûye û cudahiya navbera betaliya jin û mêran de gelek zêde ye. Gulayê ev tişt vegot: “Gelek sedemên vê rewşê hene. Zîhniyeta serdest a mêr qadên kar ji bo jin û mêran wekhev nabîne. Heman rewş di pergala perwerdeyê de jî heye.  Jinên perwerdeya bilind xwendine dixwazin li gorî beşên xwe perwerdeyê bigirin û di qadên van pîşeyan de jî rêjeya betaliyê zêdetir e.   Gulayê daneyên TUÎK’ê yên 2017’an yên derbarê betaliya beşên zanîngehê de jî nirxand û da zanîn ku di 2017’an de betaliya mezunên zanîngehê ji sedî 12.7 bûye û  di qadên hunerê de yên perwerde dîtine ji sedî 21 di qada endezyariyê de jî ji sedî 9 bûye.    ‘Ji sedî 79 derveyê qeydê ne’   Gulayê bal kişand ser çareseriya bi sêhr a hikûmetê pêşniyar kiriye û da zanîn ku teşeyên xebatê yên hikûmetê pêşniyar kirine karên bêewle ne û fêdeya wan tuneye.