Xeyalên zarokan ên ku di bin siya şer de dimînin 2018-07-13 09:01:56   Rûken Goman   DÊRIK - Li Rojhilata Navîn her dem şerekî giran qewimiye û di nava vî şerî de yên ku herî zêde êşiyan e her dem zarok in. Zarok her dem ji mafên xwe yên rewa bêpar mane. Herdu zarokên birayê hevdu û navên wan Muhemmed Hacî û Ehmed Hacî mexdûrên şerê bi salan ê li Rojhilata Navîn e. Zarokên ku ji şer nesîbê xwe girtine ji bo debara xwe bikin ji mecbûrî dixebitin. Xeyalên wan ên herî mezin jî aştî û azadî ne.    Bi salan e ku xeyalên zarokên Kurd û yên hemû Rojhilata Navîn di bin siya şer de dimînin. Zarokên bi navê Muhemmed Hacî (11) û Ehmed Hacî (8) ku birayên hevdu ne û ji Dêrika Rojava ne ji ber şerd û mercên giran ên şer, ji pêkanîna xeyalên xwe yên zarokatî bêpar dimînin û zebeşan difiroşin. Muhemmed û Ehmed diyar kirin ku ew dixwazin di qadeke ku şer bandora xwe li ser nake bilîzin û zarokatiya xwe bijîn.     Muhemmed Hacî anî ziman ku ew dixwaze şer biqede û zarok bi awayekî azad xeyalên xwe bi cih bîne û got:"Dema ku şerê Sûriyeyê dest pê kir em reviyan Bajarê Dêrikê. Me gelek zehmetî kişand û hîn jî em dikişînin. Niha ez dixebitim dema ku dibistan vebe ez ê dîsa biçim dibistanê. Ji ber ku niha gelek germ e em zehmetiyan dikişînin. Zivistanî jî ji ber ku sar e em zehmetiyan dikişînin. Ez dixwazim şer biqede û zarok bi awayekî azad bilîzin û xeyalên xwe bijîn. Ez dixwazim bibim mamoste û zarokan perwerde bikim."   'Bila êdî zarok nemirin'   Zarokê bi navê Ehmed Hacî jî anî ziman ku ew naxwaze êdî zarok bimirin û got:"Bila hemû zarok bi destên hevdu bigirin û bilîzin. Em dixwazin bi xeyalên xwe bijîn, em naxwazin bimirin."