Li vê taxê aborî ji jinan tê pirsîn 2018-07-12 09:13:03   Gulîstan Azak   AMED - Li Taxa Tîlalo ya 12 kîlometreyî ji bajar dûr e, çandinî, sewalkarî û heta xebitandina dikanên biçûk ji jinan tê pirsîn.   Jinên li Taxa Tîllao ya 2 hezar û 224 nifûsa wê heye û ji Amedê 12 kîlometreyî dûr e, bi her karî re mijûl dibin. Li taxê hemû bazirgan ji jinan pêk tên. Yek ji van jinan jî Evîn Sirtlan e. Evînê got mirov bêjin ev gund gundê jina ye, ne şaş e û wiha got: “Li baxçe, reza, çiyan, li dikanan jin mêze dikin. Her kar  di destên jinan de ye. Mirov mêrên vî gundî nabînin. Debara malbatê jinan girtiye ser xwe.”   Gundê jina ye   Evînê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li vê taxê hemû berpirsyarî li ser jina ye û wiha pê de çû: “Her karî jin dikin. Cotkarî, sewalkarî  û bazirganiyê dikin. Çavkaniya debarê jî piranî bazirganî ye. Çar dikanên bakaliyê jî jin dixebitînin. Dikan li baxçeyên malan e. Em şîr, hêk, mast, ava firingiyan li vir difroşin.”   Di baxçeyê mala xwe de dikan vekir   Jina bi navê Îmîş Tatli jî  ku dikan li baxçeyê malê vekiriye got ev 6 sale vî karî dikin û got hilberînên ji navendê tîne li dikana xwe difroşe. Jina bi navê Havva Urdu ya ew jî esnafiyê dike  dikana wê jî li ser riya dibistana gunde û got piranî mamoste û xwendekar tên dikana wê û got ew karê xwe bi hezkirin dike.