'Werin em hunerê bi keda xwe pîroztir bikin' 2018-07-09 09:03:57   Gulîstan Azak   ÇEWLÎG - Li Taxa Karşiyaka ya Navendê qursa hunerê ya Kundirê Avê hat vekirin û jin bi vê re qada îstîhdama nû armanc dikin û jinan wiha gotin: “Werin em hunerê bi keda xwe pîroztir bikin.”   Li Taxa Karşiyaka ya Çewlîgê  li Kolana Cumhuriyetê kursa ‘Kundirê Avê’ hatiye vekirin û bi vê qursê jî îstîhdama jinê tê armanckirin. Kurs di heman demê de aliyên jîr ên jinan jî derdixîne holê. Ji roja hatiye avakirin heta niha rastî eleqeyek mezin a  jinan tê. Jinên kundirê avê yên li baxçeyên xwe digihînin tînin qursê û pê avîze û alavên xemlê yên cur bi cur çê dikin.   Jina bi navê Umran Gunana Aytaş diyar kir ku li Çewlîgê ji ber muhafazakariyê jin sosyal nabin û wiha got: “Li Çewlîgê faaliyetên çandî pir kêm in. Ji ber muhafazakariyê qursên wisa venabin. Divê jin bên van qursan û zextan bişkînin. Dema em nû dihatin qursê derdorê digotin ‘Çi karê we li wir heye, cihê jinê mala wê ye’. Tevî hemû rexneyan bersiva me heye. Divê ev zext bi dawî bibin.”   Ozlem Yîgît jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî û bi lêv kir ku ji ber Çewlîg eleqeyê nîşanî hunerê nadin, şerd û mercên aborî yên qursan jî qels in. Ozlemê diyar kir ku ew kundirê xwe li baxçeyên mala xwe digihînin û tînin vir dixemîlinin.   ‘Divê jin bêjin ‘em dikarin’   Ela Erkan jî bi lêv kir ku ji bo jin xwe pêş bixînin divê bên van qursan û bêjin em dikarin bikin. Elayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku afirînerê hunerê jin in û got ger jin bixwazin dikarin her cureyê zehmetiyê ji holê rabikin.