49 jin û 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2018-07-05 13:11:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku di meha Hezîranê de herî kêm 149 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û di 6 mehên ewil ên salê de jî 907 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di encama cinayetên kar de di 6 mehan de 49 jin û 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan.   Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a Hezîranê aşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di Hezîranê de herî kêm 149 karkeran ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane.    ÎSÎG’ê di raporê de cih da van agahiyan: “Di meha çile de 144 kerker, di sibatê de 128 karker, di adarê de herî kêm 129 karker, di nîsanê de herî kêm 188 karker, di gulanê de herî kêm 169 karker û di hezîranê de jî herî kêm 149 karkeran ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî li Tirkiyeyê di 6 mehên ewil ên salê de herî kêm 907 karkeran jiyana xwe ji dest daye.    Ji van karkerên di hezîranê de jiyana xwe ji dest dane 9 jin in. 140 jî mêr in. 2 ji wan di bin 14 salî de bi giştî 6 zarokan jî jiyana xwe ji dest dan.”