Keda jinê ya ku nayê dîtin û zarokên ku di nav zeviyan de mezin dibin 2018-07-04 10:06:00   AYDIN - Zekiye Dinç a ku ev bi salane ku di bin şerdên bê ewle de karê cotkariyê dike anî ziman ku ew zarokê xwe tenê dikare bibe nav zeviyan.    Ji ber karê demsalî jin bi awayekî bê ewle dixebite. Gelek jinên ku wiha dixebitin keda wan jî nayê dîtin û temenê zarokên wan di nav zeviyan de derbas dibe.    'Ez ji zarokatiya xwe de dixebitim'   Zekiye Dinç a ku ji bo xebatê ji Amedê koç kir û derbasî Aydinê bû tevî zaroka xwe têkoşîna jiyanê dide. Zekiyeyê berî ku roj derkeve saet di 04.00'de dikeve ser rêya zeviyan. Zekiyeyê da zanîn ku ew ji ber tunebûnê hatine Aydinê û ew ji zarokatî de dixebite.    Zekiyeyê tîne ziman ku tevî hemû zordestiyan wê dev ji çanda xwe û zimanê xwe bernedaye.    'Cihê tenê em dikarin lê bixebitin zevî ye'   Zekiyeyê da zanîn ku ji ber ku ew zarokên xwe nikarin dînin derekê loma di nav zeviyan de dixebitim û ji ber ku bi zarokên xwe re dixebitin ev karê wan dijwartir dike.    'Rêzdariya li dijî jinê bi saya siyaseta Kurd çê bû'   Zekiyeyê herî dawî wiha got:"Di nav zeviyan de em bi zarokên xwe re perîşan dibin û kesek vê keda me nabîne. Lê rêzdariya li dijî jinê li gor berê zêdetir e. Ev jî bi saya siyaseta Kurd e."