Minîbusa kedkarên çandiniyê qulipî: 3 kesî jiyana xwe ji dest da 2018-07-02 12:13:53   MÊRDÎN - Li navçeya Toroslarê, minîbusa kedkarên çandiniyê yên demsalî ku di nav wan de jin jî hebûn qulipî. Di qezaya ku  pêk hat de 3 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.   Li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê minîbusa kedkarên çandiniyê yên demsalê têdebûn qulipî. Li gorî agahiyên ku destpêkê hatin girtin 3 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.   Hat diyarkirin ku gelek tîmên tendirûstî û agirkujê sewkî cihê bûyerê hatine kirin û birîdar bi ambulansa rakirine nexweşxaneyên bajarê mêrsînê.