Ji Egitim Bir-Senê tehdîda 'hevpeymanê' 2018-05-24 15:41:15   AMED-Egitim Sen da xuyakirin ku Egitim Bir-Sen a nêzîkî AKP'ê endamtiyê li ser mamosteyan ferz dike û yên ku naxwazin bibin endam jî bi "Hevpeymanê betal bibe" tehdît dikin.    Şaxa 1'emîn a Egîtim Sen'ê ya Amedê der barê zextên li ser endam û rêveberên wan tên kirin de, li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'ê ya Amedê Abbas Şahin, diyar kir ku li Tirkiye bi salan e têkoşîna demokrasî û kedê didin û bi salan e ji ber vê têkoşîna xwe dibin hedefa îktîdarê. Şahîn, destnîşan kir ku Tirkiye li şûna bi zagon û hiqûqê bi rêve biçe êdî bi fermanê bi rêve diçe û wiha got: "Bi marîfeta sendîkavaniya hevkar, mafê xweser ê kedkaran pêşkêşî îktîdarê dikin. Êdî Tirkiye bi fermanê bi rêve dibin. Hemû derfetên dewletê tenê ji bo partiyek siyasî seferber kirine. Hemû karmendên tên bicihkirin bi referansa Egîtîm Bir Senê tên kirin. Her tiştî bi keyfî dikin. Em wekî Egitim Sena Amedê, me tu carî ji têkoşîna ked û demokrasiyê tavîz neda. Di xebatên me yên rêxistinê de me dît ku li nûneriyên me hevalên me di bin zextan de dijîn. Hevalên me bê ewle dixebitin. Zextên hikûmetê yên li ser endam û rêveberên me yên rejîma KHK û OHAL'ê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li tevahiya Amedê bi giştî 142 endam û rêveberên me hatin îxrackirin. 256 endamên me hatin sirgûnkirin. Rêveberê me li navçeya Hazro bi saetan hatin rawestandin. Li navçeya Liceyê rêveberên me bi drone û Balafirên Bê Mirov (ÎHA) hatin şopandin.Hevalên me li navçeya Hênê bi maşîneyên zirxî hatin şopandin. Bi dihan mînakên din hene. Dîsa hevalên me rastî tacîzê hatin. Hevalên me rapor û destûrên wan ji aliyê sendîkaya hevkar ve raporî MEB'ê kirine."