Flormar bi têlên rêsayî berxwedana kedkaran asteng dike 2018-05-24 11:18:25   KOCAELÎ – 115 kedkarên li Flormarê dixebitîn ku piraniya wan jin in ji ber ku bûn endamên sendîkayê ji kar hatibûn avêtin.  Kedkarên ku ji kar hatin avêtin  ji bo ku li karê xwe vegerin  9 roj e di çalakiyê de ne. Rêveberiya Folormarê ji bo têkiliya kedkarên dixebitin bi yên di çalakiyê de ne re qut bike ketina fabrîkayê bi têlên rêsayî û brandaya ku kişand girt.   Ji fîrmayên kozmetîkê ya ku herî zêde tê naskirin Flormar, di rojên borî de li fabrîkaya xwe ya li Gebzeyê 115 kedarên ku piraniya wan jin bibûn endamên sendîkayê  ji kar derxistin.  Li gorî nûçeya Bîrgunê, piştî ku kedkaran dest bi çalakiyê kir ji bo ku têkiliya wan bi kedkarên dixebitin re bê qutikrin rêveberiya fabrîkayê deriyê fabrîkayê ji derve de bi brandayê girtiye û dora wê jî bi têlên rêsayî dorpêç kiriye.  Ev hewldana ku ji bo têkiliya kedkaran ji hev bê qutkirin hat kirin ji aliyê kedkaran ve rastî bertekê hat.  Kedkarên ku bertek nîşan dan gotin; “Evqas jî dijminantiya kedkaran nayê kirin  û dixwazin ku têkiliya me bi hevalên me re qut bikin.”   Herwiha ji aliyekî din ve jî hat ragihandin ku rêveberiya fabrîkayê bi rêya fîrmayên taşeron li şûna kedkarên ji kar avêtine dest bi girtina kedkarên taşaoronê kiriye.   Kedkarên ji kar hatine avêtin ji 15’ê Gulanê e li ber fabrîkayê çalakiya xwe berdewam dikin.