Çalakiya jinên ku ji kar hatin avêtin berdewam dike 2018-05-21 11:59:38   KOCAELÎ - Ji 100 zêdetir kedkarên flormarê ku bi piranî jinin û ji ber ku bûn endamên sendîkayê ji kar hatin derxistin ji bo ku li mafên xwe xwedî derkevin çalakî dabûn destpêkirin. Ji bo jinên ku dest bi çalakiyê kirin ji medyaya civakî j bi etîketa #Ne Flormar berxwedanxweşik dike piştgirî hat.   Fîrmaya Kozmetîkê ya ku li Herêma Organîze Saniyê ya Gebzeyê ye dest bi derxistina ji kar a xebatkarên ku bibûn endmê sendîkayê kir. Ji 100 zêdetir kedkarên ku bi piranî jinin û ji kar hatin avêtin dest bi berxwedanê kirin û kedkarên ku pitgirî dan çalakiya hevalên xwe jî ji kar tên derxistin.  Piştgiriyeyk jî ji ser medyaya civakî hat ji bo jinên ku 6 roj in di çalakiyê de ne. Piştgirên li ser medyaya civakî bi etîketa #Ne Flormar Berxwedan xweşik dike piştgirî dan çalakgeran.   Herwiha çalakiya jinên ku ji ber bûn endamên sendîkayê ji kar hatin derxistin jî bê navber berdewam dike.