‘Bi girtina kreşan îstîhdama jinê asteng dikin’ 2018-05-17 09:06:22   ENQERE-Sekretera navenda giştî ya KESK’ê Gulîstan Atasoy  diyar kir ku hejmara kreşên saziyên cemaweriyê yên di 2008’an de 497 bû, di 2016’an de daketiye 56’an û got sedema esas îdeolojîk e.   KESK’ê  got  ‘kreş mafê malbat û zarokane’  û kampanyaya ‘ji bo her kargeriyê kreş’ da destpêkirin. Kampanya di 7’ê gulanê de hat destpêkirin û wê heta 12’ê îlonê bidome.  Bi kampanyayê re li şûna destura welidînê, destura malbatê ya veneger, kreşên bê pere, bi zimanê dayikê perwerde didin û heta 7 -24'an vekirî tên xwestin.   Sekretera Navenda Giştî ya KESK’ê Gulîstan Atasoy  der barê kampanyayê de axivî û got ji bo perwerdeya zarokan derfetên kêm hene û got: “Sedemên vê yên cuda hene.  Di serî de jî polîtîkayên dewletê yên zayentperest  rê li ber vê digirinç.”   ‘Îstîhdama jinan tê astengkirin’   Gulîstanê daxuyakirin ku yek ji sedemên pêşiya îstîhdama jinê digire, lênerîna zarokên wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger îro xizmetên lênerînê pêk bên wê herî kêm 2 mîlyon jin bên îstîhdamkirin. Sedema me ya destpêkirina vê kampanyayê jî ji ber hewcedariya vê derket holê û ev mijareke ku bi mîlyonan kesî eleqerder dike li pêş me ye.”   Gulîstan Atasoy  diyar kir ku hejmara kreşên saziyên cemawerî yên di 2008’an de 497 bû, di 2016’an de daketiye 56’an û wiha pê de çû: “Her diçe ev rêje dikeve. Em bi pirsgirêkek wisa re rû bir rû ne. Ev Sedema esas îdeolojîk e. Dewletê pirsgirêka kreşan ji çav derxistiye. Dixwazin hêza kar a erzan bidomin. Em ê wezaretên têkildar ji bo kreş bên vekirin vexwînin pexwirê.”