‘Bi zêdebûna kreşan re wê jin karibin tevlî jiyana kar bibin’ 0000-00-00 00:00:00   Dîlan Babat   WAN-Hevseroka Şaxa SES a Wanê Fatma Arslan diyar kir ku ji bo kreşên ku jinan ji jiyana kar dur dixistin kampanya dane destpêkirin û got divê her kes piştgiriyê bide û wiha pê de çû: “Em dibêjin ku divê jin zêdetir tevlî jiyana kar bibin. Ji ber vê kreş pir girîgin. Em ê der barê vê de xebatên xwe bidomînin. Em ji hemû kedkaran dixwazin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.”   KESK’ê li seranserê Tirkiye û Kurdistanê kampanyaya kreşan da destpêkirin. Hevseroka SES a Wanê Fatma Arslan got kreşên heyî daxwaza jinan nayne cih û divê ev demildet  bê sererastkirin.   ‘Pergal ji xwe razî ye’   Fatmayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji ber kreş bi sînorin jin nikarin tevlî jiyana kar bibin û li dijî vê têdikoşin. Fatmayê ev tişt anî ziman: “ Desthilatdariya heyî pirsgirêka kreşan çareser nake. Bi vê kampanyayê re wê jin bên asta ku dixwazin. Bi taybet divê kreşê 24 saetan vekirîne hebin. Ev ji aliyê Wezareta tenduristiyê ve bên kontrolkirin û  zarok xizmeta bi zimanê dayika xwe bigirin.”   Ji bo kampanyayê piştgirî   Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di demên dawî de ligel tiştên ku bi jinan tên kirin wêdetir polîtîkayek ku jinan hepsê malê dike di meriyetê de ye û got çareserî bi kreşan pêkane. Fatmayê ji bo kampanyaya banga piştgiriyê li kedkeran kir.