Kader Tosun a ku 23 sale dixebite: Ez jiyanê xweş dikim 2018-05-12 09:23:38   ŞIRNEX - Kader Tosun a  jiyana xwe bi zor û zehmetiyên mezin bi keda ku dide berdewam dike, niha dikana xwe vekiriye.   Jinên Şirnexê ji berhevkirina nebatên bi şifa yên li çiyan kom dikin bigire heta vekirina dikanên xwe, hilberînên keda destan û xebata di siyasetê de bi her awayî xwedî li jiyana xwe derdikevin. Kader Tosun a 46 salî ku li Sîlopiyê  dikana cil û bergan vekiriye, bi salane li hevjînê xwe yê nexweş jî dinêre. Kader hem cilên ku wê dirûtiye û hem jî yên jinên din, li dikanê difiroşe. Kurekî wê di girtîgehê de ye û yê din jî jiyana xwe ji dest daye. Piştî keça wê jî dizewice ew û hevjînê xwe dimînin.   ’23 sale dixebitim’   Kader a bi salane li malbata xwe dinêre wiha dibêje: “Ez li vir bi keda xwe pere qezenc dikim. Ez xwe bi xwe îdare dikim. Yekane xebatkara malbatê ez im. Ez pir qezenc nekim jî ji ber pereyê min heye ez kêfxweş im. Hevjînê min berê dixebitî. Ev 23 sale ez zewicandîme. Her tim xebitîm. Berê li gund dixebitîm. Ev 15 sale jî li vir dixebitim.”   Kaderê diyar kir ku divê jin bêyî hewcedarî kesî bibin bixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Karê xwe hûn ava bikin. Mafên xwe bigirin. Divê jin hewcedarî kesî nebin. Mirov diwestin lê mirov karê xwe bikin gelek xweş e.”