Jinên esnaf: Em ê di 24'ê Hezîranê de aloziya aborî û OHAL'ê bi dawî bikin 2018-05-09 09:08:01   Zeynep Durgut   WAN - Li gel nêzîkbûna hilbijartinên 24 Hezîranê nêrazîbûnên gel ên li dijî îktîdarê jî berdewam dikin. Li Tirkiyeyê her roj aloziya aborî zêde dibe û ji aliyê hikûmetê ve gavên girîng nayên avêtin. Jinên esnaf diyar kirin ku biryar girtina hilbijartinê neçareserkirina pirsgirîkan e.    Tirkiye di bin siya OHAL'ê de û li gel pirsgirêkên aborî û siyasî di 24'ê Hezîranê de diçe hilbijartineke zordest. Îktîdara heyê AKP ji ber ku êdî nikare pirsgirêkên Tirkiyeyê di tu waran de çareser bike ji bo ku aloziya li welêt a  di warê aborî û siyasî de veşêre di demeke kurt de biryar girt ku biçe hilbijartinê û gelên Tirkiyeyê bi hilbijartineke zordest re rûbirû hişt.  Li Tirkiyeyê her roj bûhayê dolar zêde dibe û li gel dolar û ewro bûhyê TL kêm dibe. Ji benzînê heyanî fêkî her roj buhayê hemû tiştî tê zêdekirin.  Jinên Esnaf jî der barê hilbijartin û têkçûna  aboriyê de nirxandin kirin.  jinan diyar kirin ku hikûmetê ji bo ku se aloziya aborî bigire neçar ma ku biçe hilbijartinê û ji bo xwe hilbijartin wekî çareserî dît.    'Sedema  hilbijartinê neçareserkirina pirsgirîkan e'   Jina esnaf a bi navê Guzel Aydogan anî ziman ku biryara hilbijartinê reva ji aloziya aboriyê ye û wiha axivi;"Ez her roj serê sibehê seat di 8'an de dest bi  karê xwe dikim. Heyanî êvaran ez kar dikim. Lê em kêm pere bi dest dixin. Ez bi veçirandina hêriyê debara xwe dikim. Piştî ku krîza aborî hat şûnde rewş girantir bûye. Kar zêde dibe, lê li hemberî keda me tiştek tune ye. Herkes betal e. Bi hezaran ciwan betal in. Pereyê ku ez distînim yan ez ê kireya xaniyê xwe bidim yan jî ez ê fêkiyekî an jî danûstandinê pê bikim nizanim. Ji ber ku bi pereyê em bidest dixin em nikarin debara xwe bikin. Hemû tişt hatine zemkirin. Ew pereyê ku em distînîn jî tenê têra danûstandinê dike. Di nav vê aloziyê de biryara hilbijartinê distînin. Hilbijartin çareserkirina aloziyan nîne. Ji ber ku îktîdar êdî nema zane wê çi bike berê xwe dide hilbijartinê. Destpêkê bila welatê xwe gelê xwe têr bike, pişt re biryara hilbijartina pêşwext bide. Bêyî ku pirsgirêkên aborî bên çareserkirin çawa diçin hilbijartinê? Biryara hilbijartinê neçareserkirina pirsgirîkan e."   Divê di 24'ê Hezîranê de em dawî li OHAL'ê bînin   Jina bi navê Ferîde Ûzerler jî bi lêv kir ku politikaya şaş dibe sedema krîza aborî û got ku  ji bo pêşerojên azad divê gel di 24 Hezîranê de bersiva pêwîst bide û wiha berdewam kir;"Tirkiye ber bi aloziyekê ve diçe. Gel bi birçîbûnê û xîzanîyê tê cezakirin. Mirov êdî nikare li bazaran de danûstandinê bike. Em heyanî êvaran dixebitin, lê mixabin em dest vala vedigerîn malê. Ev 4 mehe min cihê kargeha xwe vekiriyê, lê kar tune ye. Her ku OHAL hatiye îlankirin û virde ji zirarê zêdetir tiştek din nedaye me. Piştî OHAL hat îlankirîn û şûnde tu kes nikare li gorî dilê xwe di bazaran de danûstandinê bike. Derdora me bi qedexeyan hatiye dorpêçkirin. Biryara hilbijartinê em matmayî nehiştin, ji ber ku êdî îktîdar nikare Tirkiyeyê rêve bibe. Mîna bahozeke har nizanin wê çi bikin. Divê 24'ê hezîranê gelê me vîna xwe nîşan bide. Êdî em bindestiyê û bêmafiyê naxwazîn. Divê em di 24'ê Hezîranê de dawî li OHAL'ê bînin. Ji bo ku krîza aborî bê çareserkirin divê ev hikûmet bê guhertin û ev jî di destê me de ye."   'Hayê têran ji birçiyan tune ye'   Yildiz Korkmaz jî diyar kir ku li Tirkiyeyê bi hezaran kes betalin û got ku di nav van şert û mercan de li Tirkiyeyê êdê jiyan ne pêkan e û wiha berdewam kir;"Her roj dolar zêde dibe. Ji benzînê heyanî fêkî hemû tişt hatiye zemkirin û buhayî zêde bûye. Ji bo çareserkirina krîza aborî gavên girîng nayên avêtin. Hikûmet li gorî berjewendiyên xwe Tirkiyeyê rêve dibe. Destûr nadin ku gel bi keda xwe tiştekî bi dest bixe. Haya têran ji birçyan tune ye. Di nava rojê de kiryarên min tên û hemû jî betal in û ji vê rewşê bi gazinc in ji ber ku nikarin ji zarokên xwe re nanekî bibin malê. Em rewşeke gelek xirab re derbas dibin. Berê gava ku em diçûn dan û stendinê bi sed TL me dikaribû pêdiviyên xwe yên pêwist pêşwazî bikira, niha em diçin bi sed TL'yan em nikarîn ji xwe re têra taştê jî dan û stendinê bikin. Îsal me esnafan sala herî zehmet derbas kir. Divê bi taybetî esnaf bi van zahmetiyan bêyî ku ji bîr bike biçe ser sindoqan."