‘Ew dixwazin ji min xilas bibin ez jî naçim’ 2018-05-08 09:08:55       ÎZMÎR - Mîmar Alev Şahîn a ku bi KHK’ê hat îxrackirin û ji bo vegere karê xwe ev 463 roje berxwe dide diyar kir ku heta desthilatdariyek gel a demokratîk û azad neyê avakirin wê têkoşîn bidome û got: “Ekîba dixwaze ji min xilas bibe li wir e. Ew dixwazin ez biçim û ez jî naçim.”   Mîmar Alev Şahîn ku ji karê xwe yê Midûriyeta Bajarvanî û Derdorê ya Duzceyê bi KHK’a hejmara 679'î hat îxrackirin ji 30’ê Çileyê 2017’an heta niha di çalakiya rûniştinê de ye. Alev her roj nav hefteyê saet di navbera 13.00-18.00’an de  çalakiya rûniştinê pêk tîne. Alevê bang li sendîkayan kirin ku xwedî li mîsyona xwe ya dîrokî derkevin û got ji bilî têkoşînê riyek din tuneye.    Alevê  destnîşan kir ku ji ber ceza li fîrmayên betonê biriye, jê neheret bûne û ji kar derxistine û got beriya ji kar bê avêtin jî bi amîr û cigirên midûrên şaxê re bi qasî bibe mijara dozê mobînga sîstematîk lê hatiye kirin. Alevê sedema destpêkirina çalakiya xwe ya li Duzceyê jî wiha got: "Hem cihê ku min xizmet lê kiribû, hem min keda xwe li wir dabû. Hem jî ekîba dixwest ji min xilas bibe li wir bû. Wan dixwest ez biçim ez jî nediçûm. AKP ji çalakiyên me tirsiya ku wek ên Gezî û Tekelê bibin girseyî û ji ber vê şîdet zêde kir. Hewldana wan vala ye. Her ku ew ji kar bavêjin em ê jî berxwedanê bidomînin."    Alevê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku berpirsyariya dîrokî ya sendîkayan li aliyekî divê bên xeta têkoşîna rewa ya di rêziknameya wan de cih digire û got heta desthilatdariyek gel neyê avakirin wê têkoşîn jî tu car bi dawî nebe.