Li dijî çanda bikarhêneriyê tiştên kevn ji nû ve nû dike 2018-05-06 09:04:05   Gulîstan Azak   MELETÎ - Mamosteya teqawîtbûyî Fîkriya Bayir alavên kevn bi rêbazên cuda ji nû ve bi teşe dike.  Fîkriyeyê çanda bikarhêneriyê rexne kir û got divê ew bibin civakek hiberîner.   Fîkriya Bayir ya 62 salî  ji maseya xwarinê bigire heta sinî, sehpa çayê û gelek alavên din yên kevn, bi rêbazên cuda  ji nû ve bi  teşe dike û diyar dike ku ew bi vî karî di mijara bikarhêneriyê  de civakê dike xwedî hişmendî. Mamosteya teqawîtbûyî Fîkriye li ser hemû cureyên textan xebata xwe dimeşîne, li şûna alavê nû yên kev ji nû ve bi teşe dike.   ‘Em bi jinan re keda xwe kolektîf dikin’   Fîkriyeyê daxuyakirin ku ew ji bo jinên derdora xwe di mijara nûkirina alavan de dem bi dem dibe alîkar û got: “Nûkirin û çêkirin karekî gelek sivik û hêsan e. Ez di mijara nûkirina alavan de her tim israr dikim. Ji ber me hilberîn ji bîr kiriye, em her tim tiştên nû bi kar tînin. Em ê bi jinan re keda xwe kolektîftir bikin û karên baştir bikin.”   Fîkriyeyê di dawiya axaftina xwe de  bang li hemû jinan kir ku jin hilberîner û afrînerin û divê alavên kev nû bikin û bi vî karî debara mala xwe bikin.