Li lokanteya xwe ji bo jinan qada îstîhdamê vekir 2018-05-02 09:02:54   Gulîstan Azak   MELETÎ - Hayriye Ersoy a lokante vekir, ji bo jin zêdetir di qada xebatê de cih bigirin tenê bi jinan re dixebitin.   Hayriye Ersoy (40) ya xwarinên wê ji aliyê gelek kesî ve dihat ecibandin, ji xwe re  li navçeya Yeşîlyurtê lokante vekir û ji bo jinan jî qada kar vekir.   Hayriyeyê da zanîn ku pêşdaraza li hember xebata jinan ancax bi zêdetir qadên kar dikare bê çareserkirin û got ew piştî salan şûnde vegeryaye navçeya xwe û wiha got: “Ji ber krîza aborî û pirsgirêkên debarê min xwest ez tiştekî bikim û debara malbata xwe bikim. Ez ketim nav lêgerînan û min ji xwe re kar dît. Ez bi baweriyek mezin ketim rê.”   ‘Em bi jinan re dixebitin’   Hayriyeyê bi lêv kir ku hemû xebatkarên lokanteyê jin in û got: “Ez bi taybet dixwazim bi jinan re bixebitim. Ji ber em jin li gorî mêran pir jîr û afrîner in. Jin her karê xwe bi awayekî hêja dikin. Ji ber vê hemû hevalên min jin in. Divê jin ji bo debara xwe berê xwe bidin qadên kar. Bixwe bawer bin û dest ji aboriyê bernedin.”