Li Enqereyê piştî mîtîngê 2 kes hatin binçavkirin 2018-05-01 17:54:27   ENQERE - Polîs li Enqereyê piştî pîrozbahiya 1'ê Gulanê mudaxaleyî komek ku ji mîtîngê dihatin kir  û 2 çalakger kirin bin çavan.   Piştî pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Qada Tandogana Enqereyê koma ku ber bi Kizilayê ve meşiya rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîs wekî hincet alên destên çalakgeran nîşan da û êrîş kir. Du kesên ku navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Çalakgeran bertek nîşanî binçavkirina du kesan dan û piştre polîsan gaza îsotê li çalakgeran kir.