Arzu Çerkezoglu: Em ê vî welatî di tariyê de nehêlin 2018-05-01 15:14:29   STENBOL - Mîtînga Stenbolê ya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran bi tevlibûna bi sedhezaran hat destpêkirin. Di mîtîngê de Sekretera DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu axivî û diyar kir ku ew serdestiya "Yekm mirovî" qebûl nakin û got ku ew ê hêza biçin hilbijartina 24'ê Hezîranê ji 1ê Gulanê bigirin û ev tişt got: "Em ê vî welatî di tariyê de nehêlin."   Mîtînga 1'ê Gulanê li Stenbolê li Qada Maltepeyê bi tevlibûna sedhezaran hat  destpêkirin. Sendîkaya lîstikvanan û Alîgirên Edene Demîr Sporê  di kortejê de cihê xwe girtin. Bi dehan nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl û gelek hunermendan jî cihê xwe di platforma mîtîngê de girt.   'Hêvî ne qediya ye'   HDP'ê jî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "HDP hêviyê hêvî ne qediya ye" li qadê cihê xwe girt.   HDP ise "Biji Serok Apo" ve "HDP umuttur umut dimdik ayakta" sloganlarıyla alandaki yerini aldı.   Pervîn Buldan jî cihê xwe li protokalê girt   Hevseroak HDP'ê Pervîn Buldan jî cihê xwe li platformê girt. Di dema ku sedhezar ketin qadê dîmenên herî rengîn ê jinan bûn. Jinên ku qad bi rengên xwe xemilandin , li dijî tacîz, êrîş, binpêkirinên mafan û cudakariya zayendî dengê xwe bilind kirin.   Mîtîng bi rêzgirtinê hat destpêkirin   Mîtînga Maltepeyê li ber srûda "Çerxa Çoreşê" bi rêzgirtina ji bo kesên ku di berxwedana demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin.   Piştî rêzgirtinê Sekretera DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu axivî  û wiha got: "Em pergala Yek mirovî qebûl nakin û em ê  hêza biçin hilbijartina 24'ê Hezîranê ji 1ê Gulanê bigirin û  em ê Em ê vî welatî di tariyê de nehêlin."