‘Ji bo ev zext bi dawî bibin em li vê derêne’ 2018-05-01 14:05:27   AMED - Jinên ku li Amedê ji bo tevli Mîtînga 1'ê Gulanê bibin hatin qadê, gotin ku ji bo zextên li ser karker û kedkaran bi dawî bibin û mafê wan bê parastin li vir in.    Ji bo Pîrozbahiya 1'ê Gulanên Roja Kedkar û Karkeran a Cîhnê gel û kedkarên li Amdedê ji bo tevli Mîtînga 1'ê Gulanê bibin herikîn Qada Îstasyon. Jinên ku ji bo tevli mîtîngê bibin hatin qadê diyar kirin ku ji bo zextên li se karker û kedkaran bi dawî bibin ew li  vir in.    Ji jinên ku hatin qadê Yaşar Kazanci anî ziman ku ji bo  ev zilm û zext bi dawî bibin tevlî vê mîtîngê bûne û wiha berdewam kir: “Qayim tayînî şaredariyên me  kirin û hemû xebatkar ji kar avêtin. Em vê rewşê qebûl nakin û em ji bo ku vê rewşê şermezar bikin hatine vê qadê.”   ‘Îro roj roja hesab pirsînê ye’   Endama Rêveberiya SES’ê Fatma Yildizhan jî bi lêv kir ku ji dîrokê heta niha û bi taybetî ev du salên dawiye bêhiqûqî îxrac û sirgûnên tên kirin zêde bûne ev tişt got: “Îro roj roja hesab pirsînînê ye. Di nav vê pêvajoyê de divê em esabê siyaseta ku têk çûye bipirsin û li dijî vê serî rabikin. 1’ê Gûlanê li hemû kedkaran pîroz be.”   Sekretera Jin a Navenda SES’ê  Selma Tebet jî wiha bi lêv kir: “Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tirmehê pêvajoya sîyasetê hatiye gûherandin. 120 hezar kedkar ji kar hatin avêtin. Divê em ji bo van hevalên xwe denge xwe bilind bikin. Her wiha ev roj ji bo jinên ku rastî tacîz û tecawizê hatinene, zarokên ku rastî îstîsmarê hatine girîng e. Divê em wek gel peyamên rast di vê qadê de bidin.”     ‘Îro ev roj ji bo me gelek bi wate ye’   Hevseroka Şaxa BES’ê Dîlan Yakut jî wiha axivî: “1’ê Gûlanê ji bo kedkaran û gelan rojeke taybet e. 1’ê Gûlanê roja gelek hevalên ku jiyana xwe dest dane ye. Ji ber wê jî divê ku em li qadê bin û ev qad ji bo me girîng e. Îxrackirina hevalên me yên kedkar a  bi KHK’yan nayê qebûlkirin. Divê hemû kedkar hêzê bidin hev û denge xwe bilind bikin. Îro ev roj ji bo me gelek bi wateye û ji bo em vê mezintir bikin em ê li qadan bin.”   ‘Em îro ji bo hêzê bidin kedkaran hatin vê derê’   Jina bi navê  Perîzade Karaca jî wiha got: “Em îro ji bo hêzê bidin kedkaran û bizanibin ku em li pişt wan in li vê derê ne. Li pêşiya me hilbijartin heye û em ji bo wê jî li vêderê ne. Ez hemû zext û binpêkirina mafên kedkaran şermezar dikim.”   Herî dawî jî jina bi navê  Gûlîstan  axîvî û wê jî ev tişt da zanîn: “Ji xwe li vî welatî mafên karkeran tê binpêkirin. Em îro ji bo piştgiriyê bidin  karkeran hatin vê derê.”