Li Beşîktaşê êrîşa duyem: 10 kes hatin binçavkirin 2018-05-01 13:53:33   STENBOL - Koma ku ji bo 1'ê Mayisê ji Beşîktaşê xwestin ku bimeşin Taksîmê polîsan cara duyem êrîş kir. 10 kes hatin binçavkirin.    Polîsan cara duyem êrîşî endamên Partiya Rizgariya Gelan (HKP) yên ku xwestin ji bo 1'ê Gulanê ji Beşîktaşê bimeşin Taksîmê. Di saetên serê sibehê de girseya ku ber bi Taksîmê ve çûn bi êrîşa polîsan rû bi rû mabûn û 20 kes hatibûn binçavkirin. Piştî êrîşê girse dîsa gihaştin ba hev û li Beşîktaşê hatin gel hev. Polîsan cara duduyan êrîşî girseya ku dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", "Di 1'ê Gulanê de em li qada 1'ê Gulanê ye" kirin. 10 kes hatin binçavkirin.    Welatiyên ku ketin nava kolanan hîn  disekinin.