Li Stenbolê bi sedhezaran kes li Maltepeyê kom bûn 2018-05-01 13:28:20   STENBOL -  Bi sedhezaran kesên ku ji bo mîtînga 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîahnê piroz bikin bi dirûşma "Bijî 1'ê Gulanê" ji 3 milan ve meşiyan û çûn qada mîtîngê ya Mltepeyê.  Di nava meşê de Korteja Jinan a Mor balkêş bû.  Ji korteja jinan dirûşma," Wê jin nesekinin  bidin sekinandin" diah berzkirin.   Bi sed hezaran karker û kedkar bi armanca 1'ê Gulanê Roja Karker û kedkaran a Cîhanê pîroz bikin meşiyan qada Maltepe ku mîtîngê lê pêk bînin. Di saetên serê sibê de meşê dest pê kir û bi deh hezaran kesên gihiştin qadê ketin qadê. Kedkarên ku dimeşîn qadê bê navber dirûşmeyên li dijî OHAL’ê berz dikin. Li qadê pankarta “Dê KHK biçin em dê bimînin." vekirin.   Bi sed hezaran karker û kedkar bi armanca 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bikin ji 2 milan ve dimeşin qada Maltepe ya mîtîngê. Meşa ku ji 2 milan ve dest pê kir serê wê gihişt qada mîtîngê. Di pêşengiya sendîka û rêxistinên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB, bi sed hezaran karker ji milê Marmara û Anadoliyê ve serê sibê dest bi meşê kirin û berê xwe dan qada Maltepe. Girseyên ku bi şîara “Em dê rojên xweş bibînin" dest bi meşê kirin, bi al, berdilk û pankartên xwe daxwazên xwe û helwesta xwe anîn ziman.     Mexdûrên KHK'ê jî li qada mîtîngê bûn   Di korteja KESK'ê de  parnkartên, "Wê KHK biçe em ê bimînin, ji OHAL dagirkerî û şer re na bijî 1'ê Gulanê" hat vekirin û di korteja HDP'ê de jî wêneyê Hevserokê Berê yê HDP'ê hat hilgirtin.   Em naçin betlanê em ê biçin ser sendoqan'   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK)  û hevkarên wê jî bi dirûşmên "Ji bo ked, aştî û demokrasiyê em dijîn 1'ê Gulanê" ber meşiyan qadê. Di korteja Dîskê ku stranên kurdî û tirkî bi hev re dihatin gotin de dovîzên "Ji bo hemû taşaronan kadro" û " Em naçin betlanê em ê biçin ser sendoqan" hatin hilgirtin.   Herwiha xwndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û Zanîngeha Kocaeliyê jî bi kortejên cuda cuda çûn kada 1'ê Gulanê.    'Wê jin nesekinin bidin sekinandin'   Korteja Mor ya jinan ku li se kolana Feyzullah kombû  jî bi pankata xwe ya "Tu ne bitenê yî meclisên jinan hene" hilgirt. Dîsa jinên ku di heman kortejê de cih girtin  dirûşmên "Wê jin nesekinin bidin sekinandin" berz kirin .  Her wiha jinên endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî cihê xwe di meşê de girtin û dirûşmên "Ji jinên rojnameger re azadî" berz kirin.   Wê mîtîng saet di 13.00'an de bê destpêkirin.