Kedkar li Taksîmê hatin gel hev 2018-05-01 09:55:33   STENBOL - Bi sedan kedkarên endamên sendîkayên Nakliyat Îş û Birleşik Metal Îş ji bo ber bi Taksîmê ve bimeşin li Aksarayê hatin gel hev. Tê payin ku kedkarên bi def û zurneyê govendê digerînin saet di 10.00 de ber bi Taksîmê ve bimeşin.    Bi sedan kedkarên endamên sendîkayên Nakliyat Îş û Birleşik Metal Îş ji bo ber bi Taksîmê ve bimeşin li avahiyên şaxan ên  Aksarayê hatin gel hev. Karkerên Real Marketê, Umut-Sen û Yekîtiya Têkoşînê jî piştgirî dan çalakiyê. Her wiha kedkarên ku ji Kocaelî û ji Konyayê hatin jî beşdarî çalakiyê bûn. Karkeran dirûşmên "Em di 1'ê Gulanê de li qadan in", "Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin" û "Yekîtiya karkeran dê sermayeyê têk bibe". Welatiyên ku bi wesayetên xwe ji cihên çalakiyê derbas dibûn jî bi nîşana serfiraziyê û bi lêdana korneyê piştgirî dan kedkaran.    Tê payin ku kedkarên bi def û zurneyê govendê digerin saet di 10.00 de ber bi Taksîmê ve bimeşin.