Jin wê di 1’ê Gulanê de di ‘Korteja Mor’ de bên cem hev 2018-04-30 09:08:22   STENBOL - Endama Meclîsa Jinan Ayşen Ece Kavas diyar kir ku wê di 1’ê Gulanê de ‘Korteja Mor’ ya jinê di 1’ê Gulanê de bi hev re bimeşin, ava bikin û bang li hemû jinan kirin ku tevlî kortejê bibin.   Meclîsa Jinan a wê di 1’ê Gulanê de ‘Korteja Mor’ ava bike, bang li hemû jinan dikin ku di korteja jinan de bên cem hev û li dijî binpêkirina ked û nasnameyê dengê xwe bilind bikin. Endama Meclîsên jinan Ayşen Ece Kavas diyar kir ku wê ji nêrînên cuda jin di korteja jinan de bên cem hev.   ‘Cejna hemû jinên bindest e’   Ayşenê daxuyakirin ku bingeha meclîsên jinan xwe dispêre hikûqa şexsî û got hemû jin bi fikrên xwe di meclîsê de cih digire û got hemû jinên endamên meclîsê an ne endam wê di kortejê de cihê xwe bigirin. Ayşenê ev tişt vegot: "Jin di her qada jiyanê de ji bo bi mêran re wekhev bin têdikoşin. Ji bo bigihêjin mafên xwe kedek mezin didin. Ji ber vê sedemê 1’ê Gulanê cejna hemû jina ye."   Ayşenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê jin li tu qadê bêdeng nemînin û jinên bêdeng namînin cesaretê didin jinên din û got jin ne tenê ne û wê vê yekê di 1’ê Gulanê de carek din bibîr bixin.