‘Divê jin qadên îstîhdamê bi hêza xwe ava bikin’ 2018-04-28 09:07:02   Medîne Mamedoglu   ŞIRNEX - Zîlan Tokay a li Sîlopiyê dikana pêlîstokan vekiriye, bang kir ku divê jin derfetên îstîhdamê bi hêza xwe ava bikin.    Jinên mafên xwe yên ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr hatiye xespkirin yek bi yek digirin, yek ji qadên ku herî zêde jê hatine derxistin qada xebatê ye. Jinên keda wan li malê û kargeriyan nayê dîtin, bi hêza xwe ya xweser qadên îstîhdama xwe ava dikin. Li Sîlopiya Şirnexê Zîlan Tokay a dikana pêlîstokan vekiriye, bang li hemû jinên Kurd dikin ku li ser piyên xwe bisekinin. Zîlan a ku du zarokên wê hene ev 10 sale hevjînê wê di girtîgehê de ye. Zîlan ya bi tena serê xwe hemû berpirsyarî girtiye ser xwe wiha dibêje: “Çi ji destên min hat min kir. Min xwest ez peyamê bidim hemû jinên hevjînê wan di zindanê de ne. Min ev dikan du sal berê vekiriye.”   ‘Divê em alternatîfan ava bikin’   Zîlanê balkişand ser têkoşîna jinên Kurd û got bi taybet di pêvajoya dawî de divê li dijî hewldanên hepskirina malê alternatîf bên avakirin û wiha pê de çû: “Divê jin bêyî piştgiriya tu kesî li ser piyê xwe bisekinin. Ji bo vekirina vir ez gelek fikirîm. Ez niha jî bi du karî debara xwe dikim. Fikrek wisa hat hişê min. Min biryara xwe da û dest bi kar kir. Min hema dikan tije kir. Min bi deynan alavên xwe girt. Bila hemû jin bixwe bawer bin. Divê karê xwe ew ava bikin. Ji bo vê bawerî pir girîng e. Ger em bixwazin em dikarin her tiştî bikin.”