Arzu Çerkezoglu: Em ji vê pergalê xurtir in 2018-04-28 09:04:01   Berîtan Canozer   STENBOL - Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku ew xwediyên rast ên vî welatî ne û ji vê pergalê xurtir in. Arzuyê got encama herî girîng a di 1’ê Gulanê de derkeve holê ev e û got ji sedî 92’ê jinan bê sendîka ne, ji ber vê yekê jî ji bilî têkoşîn û rêxistinê riyek din tuneye.   Amadekariyên 1’ê Gulanê li Stenbolê didome. Walîtiya Stenbolê ku ji sala 2013’an heta niha Qada Taksîmê li pîrozbahiya 1’ê Gulanê qedexe kiriye got îsal wê li Qada Maltepe bê pîrozkirin. Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu amadekariyên 1’ê Gulanê, qedexe û binpêkirina mafan a karkeran nirxand.    Arzuyê bi lêv kir ku bi rejîma OHAL’ê re 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û wiha got: “Em bi hilbijartinek serdegirtinê 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Peywirek me ya em îtîrazî pergalê bikin heye. Wek tê zanîn Taksîm ji 2013’an li 1’ê Gulanê hatiye qedexekirin. Nerehetiya li pişt vê aşkera ye. Piştî têkoşînên piştî salên 1980’ê hatiye dayîn şûnde di navbera salên 2010-2011 û 2012’an şûnde li Taksîmê di 1’ê Gulanê de bi sedhezaran kes li qada navendê hatin cem hev û vê jî desthilatdarî nerehet kiriye.”   ‘Rêxistinbûn peywira me ya herî sereke ye’   Arzu daxuyakirin ku bi dehan biryarên dadgehê yên tescîl kiriye ku Taksîm qada 1’ê Gulanê ye, hatiye pelçiqandin û ev qedexe bi tu awayî ne hiqûqî ye. Arzuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev qedexe tercihek polîtîk e. Ji bo em welatekî ku hemû mafên me dikevin bin ewlehiyê ava bikin, divê em derkevin ser dikê û hêza xwe nîşan bidin. Peywira me ya sereke rêxistinbûne.”   Arzuyê bi lêv kir ku divê hemû karker wekhev, bi qeyd, bi kadroya bê şert bên xebitandin û mafên ku karkerên taşeron qezenc kirine jî weke ku hinekan ev maf dane wan tê dîtin. Arzuyê wiha berdewam kir: “Ev mijar jî ji OHAL’ê bi KHK’ê pêk anîn. Bi KHK’yan rê li ber newekhevî û mexduriyetan vekirin.”   ‘Ji sedî 92’ê jinan bê sendîka ne’   Arzuyê destnîşan kir ku yek pirsgirêka herî girîng betalî û heqdestê kêm e û wiha pê de çû: “Ev hemû xebatên bê sîgorte, bi saetên dirêj xebitandin, bikarneanîna destûrên salane, xespkirina mafên sendîkal in. Sê pirsgirêkên jin di jiyana kar de pê re tên rû hev jî pereyê kêm, betalî û bê sîgorte xebitandine. Lê mixabin ligel vê jin ji mêran kêmtir pere digirin. Ji sedî 92’ê jinan jî bê sendîka ne.”   Arzuyê balkişand ser amadekariyên 1’ê Gulanê û got ew li her çar alî Tirkiyeyê xwe rêxistin dikin û got: “Em di 24’ê Hezîranê de diçin hilbijartinê. Em xwediyên rast ên vî welatî ne. Divê em li dijî vê rejîma dijminê kedê ye piştevaniyê mezin bikin û têbikoşin. Em ji vê pergalê xurtin. Encama herî baş a di 1’ê Gulanê de derkeve holê ev e.”