Hevseroka Giştî ya KESK’ê: Peyama kekdaran a 1’ê Gulanê wê bibe bersiva 24’ê Hezîranê 2018-04-27 09:02:01   Habîbe Eren   ENQERE -  Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen diyar kir ku di 1’ê Gulanê de bi şîara ‘Ji bo Tirkiyeyek li gel kedê em yekitî û piştevaniyê mezin bikin’ wê li Qada Tandogan a Enqereyê bin. Aysunê diyar kir ku  desthilatdariyê  bi OHAL û şer hebûna xwe xwest garantî bike, niha jî hilbijartin kiriye rojeva xwe û got wê kedkar bersiva hilbijartinê di 1’ê Gulanê de bidin.   Hevseroka Giştî ya KESK’ê  Aysun Gezen  derbarê 1’ê Gulanê û hilbijartinên 24’ê Hezîranê de nirxandin kir. Aysunê bi lêv kir ku dema dest bi amadekariyên 1’ê Gulanê kirine hîna hilbijartin ne di rojevê de bûye û got Tirkiye bi rojevên KHK û OHAL’ê tê birêvebirin. Aysunê wiha got: “Li dijî kedkar û kesên siyaseta demokratîk dikin zextên cidî hene. Ji ber vê jî şîara me jî ‘Em ji bo Tirkiyeyek li alî kedê di 1’ê Gulanê de têkoşîn û piştevaniyê mezin bikin’  ye.”   ‘AKP berdewamiya projeya ji 80’ê heta îro ye’   Aysunê gotinaTayîp Erdogan a weke ‘Îro li fabrîkayan yek grevek tuneye, em hema dipelçiqînin’ bibîr xist û wiha got: “Ev bi awayekî aşkere tê wateya ku em bi ji bo mafên kedkaran ji dest bigirin OHAL’ê seferber dike ne. Îro li dijî van pêkanîna teqez têkoşîn pêwist e.  Mafên me xesp dikin. Îro ev carek din derketiye holê. AKP berdewamiya projeya ji salên 80’ê heta îro hatiye.”   ‘Wê rejîma personelên cemawerî bi giştî biguherin’   Aysunê daxuyakirin ku 11’emîn Plana Pêşvebirina ku salên 2019-2023’an dihewîne bi sernavê ‘di cemaweriyê de çavkaniya mirovan’ re mirina dewleta aram îlan dike û di bernameyê de wek têkiliya rêveberiya yekane kapîtalîzmê pîroz dikin.  Aysunê diyar kir ku wê rejîma personelên cemawerî bi giştî biguherin. Aysunê da zanîn ku sermayedar bi xespkirina mafê kedkaran mezin dibin û got wê di 1’ê Gulanê de bi van rojevan li qada bin.   ‘Kedkar wê di 1’ê Gulanê de bersiva xwe bidin’   Aysunê bi lêv kir ku amadekariyên 1’ê Gulanê temam bûne û wiha got: “Em ê mafên xwe li qadan bînin ziman. Kedkar wê bersiva pêwist di 1’ê Gulanê de bide polîtîkayên AKP’ê. Em ê heta 24’ê Hezîranê aliyê  AKP’ê yê dijminahiya jin û zarokan teşîr bikin. Em dizanin ku desthilatdariya bi OHAL û KHK'ê 110 hezar kes bê kar hiştiye bi tu awayî şûnde gavê navêje. Em jî bi meşandina têkoşînê bi biryar in.   Divê rejîm bê beralîkirin    Aysunê di berdewamiyê de got AKP ya bi OHAL û şer hebûna xwe garantî nekiriye hewl dide bi hilbijartina serdegirtinê vê pêk bîne û got wê jin û kedkar tu car destûr nedin vê yekê. Aysunê destnîşan kir ku hêrsa gel a li dijî AKP’ê gelek mezin bûye û got beriya her tiştî divê  ev rejîm bê beralîkirin.   Aysunê di dawiya axaftina xwe de anî zimain ku di hilbijartinan de xîle hebe jî wê ji bo ewlehiya sindoqan seferber bibin û got wek KESK’ê ev mijar nîqaş kirine û kirine rojeva xwe û got wê  xeta têkoşînê diyar bikin.  Aysunê her wiha bi lêv kir ku jin ligel hemû qedexeyan di 8’ê Adarê de li kolanan bûn û got: “Jin wê her tim xwedî li ked û jiyana xwe derkevin. Qadên 1’ê Gulanê jî di vî alî de derfetek mezin e. Jin wê bi hemû coşa xwe li qada bin. Ez bang li hemû aliyan dikim ku di 1’ê Gulanê de li qada bin.”