Îzmîr wê di 1'ê Gulanê de biherike qada gundogduyê 2018-04-26 15:39:20   ÎZMÎR - Hêzên ked û demokrasiyê, beriya mîtîna ji bo pîrozbahiya 1'ê Cejna Karkeran belavok belav kirin û bang li hemû kesê kirin ku tevli mîtîngê bibin.   Hêzên ked û demokrasiyê yên li Îzmîrê, bi minasebeta ku ji bo Cejna Kedkaran a 1'ê Gulanê gel vexwînin pîrozbahiyê li ketina çarşiya Kemeraltiyê  daxuyanî dan çapemeniyê.  Daxuyanî ji aliyê Nûrnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari ve hat xwendin.   'Ji bo em daxwazên xw bînin ziman...'   Memîş diyar kir ku ew 1'ê Gulanê di bin siya OHAL'ê de pêşwazî dikin û wiha berdewam kir: "Li dijî OHAL a ku welat veguherandinye girtîgehê, nelirêtî, qirkirinên bi KHK'yan, dîktatorparêzî, xapandina bi kadrokirina kedkarên taşeron û li dijî perwerde ya nijadperest, ji bo azadiya jinê ku em bibêjin aştî hema niha, ji bo adalet, wekhevî û azadiyê, ji bo xwedîderketina li welatê xwe, keda xwe di 1'ê Gulanê roja sêşemê de saet di 13.00'an de li dijî hemû tundî û qedexeyan em bang li we dikin û we vedixwînîn mîtînga 1'ê Gulanê ya li Qada Gundogduyê."     'Bijî 1'ê Gulanê'   Piîştî daxuyaniya ku hat dayîn girse heta ber Şaredariya Bajarê Mezin meşiya û belavok belav kirin.  Di dema meşê de dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê" hatin berzkirin.