Jinên ku ji torbeyên kevin sûdê digrin werîsên herî qehîm çêdikin 2018-04-25 09:02:26   Zeynep Durgut   WAN - Ji tevahiya dîrokê û heta niha jinan ji her tiştekî sûd girtine û efrînerî nîşan dane. Jinên Efrîner vê carê jî ji torbeyên laylon  ên kevin sûd girtin û bi benê ku ji torbeyan peyda kirin werîsên herî qehîm çêkirin û bi van werîsan barê herî giran bar dikin û karê herî giran dikin.   Li Kurdîstanê jinên kurd bi afirineriya xwe her tim tiştên nû avakirinê û tu car bê alternatîf nemane. Jinên ku efrîneriya xweya xwe danîn holê niha jî ji torbe û kîsên naylon ên kevin ben çêdikin û pê werîsên herî qehîm dihunin. Li navçeya Riya Armûşê li taxa  Bostaniçiyê jin bi werîsên ku ji kîsik û torbeyên nayilon çêkirine karê xwe hêsan dikin û evrîneriya xwe derdixin holê.    Jinan diyar kir ku ew di serî de kîsik û torbeyên naylon vedireşînin tayê ji wan peyda dikin bi teşiyê dirêsin û dikin top û pê werîsan dihonin.    'Jin ji tunebûnê hilberînê dikin'   Jina bi navê Esmer Atilgan diyar kir ku ji berê û hetanî niha jinan her tim ji tunebûnê alav hilberandine û wiha berdewam kir;”Em ji navçeya Miksê ne. Ev 20 sale em li Wanê dijîn. Bihar hat dem dema kişnadina barên giranin e. Hêstir û kerên me hene. Em her tiştekî xwe bi wan dikêşin. Berê ji ber ku pere nedihat bikaranîn jinan ji pirça pez werîs çêdikirin û bar pê bar dikirin. Me jî niha ji bo ku em barê xwe bar bikin me ji kîsik û torbeyên naylon ben çêkir û ji bo ku em bi kar bînin werîs çêkir.  Em tu car warîsan nakirîn û em ji torbe û kîsikên kevin werîsan çêdikinn. Em wan naavêjîn. Berê de dayikên me çêdikirin û niha jî em çêdikîn. Werîsên ku em çêdikîn, hem qahîmin û hem jî li gel ku di ser wan re sal derbas dibe kevin nabin. Em bi van werîsan barê xwe dikişînin. Di çêkirina werîs de du jin cih digirin û  mirov pir zehmetiyê dikşîne. Li gel ku  tiliyên mirov diêşini jî dîsa ew tişta ku mirov bi keda destê xwe çêdike paqijtir û xweştir e.”   ‘Werîsên me ji kindirên fabrîka hildiberînin qehîmtirin   Jina bi navê Narinç Atilgan jî bi lêv kir ku jinan bi saya teşiyê her tişt hilberandiye û got ku divê jin vê afirineriyê xwe wenda nekin û wiha axivi;”Jiyana gundan û xweza mirov afiriner dike. Ji ber wê kesên ku di nav xwezayê de dijîn, ji aliyê efrîneriyê ve gelek pêşketî ne.  Me jinan jî her afirineriyek xwe ji xwezayê girtiye. Em bi teşiyê her tiştekî çêdikîn û ji amûrên kevin û bêkêr sûdê digirin û  ji nû ve diafirînîn. Çêkirina werîs zehmet e lê dîsa jî tiştê mirov dizane mirov  bi xwe çêbike baştir e. Em ji xwezaya xwe pir dûr ketine. Lê dîsa jî çiqas ji destê me tê em hiberînê dikin. Ger ku mirov bixwaze tiştek vala naçe û mirov dikare ji her tiştê kevn sûdê bigire û veguhezîne tiştekî nû. Bi kindirên ku li fabrîkeyan tên hilberandin bar nayên kêşnadin û parkirin. Werîsên ku em çêdikîn bêgûman ji van kindiran qehîntir û zêdetir tên bikaranîn."