Jin bi karê Çînî tevlî hilberînê dibin 2018-04-21 09:08:32   Gulîstan Azak   MELETÎ - Semra Ozdemîr a li Kolana Hunerê ya Yeşîlyurtê qursa ‘çînî’ vekir û ji bo jinan qada îstîhdamê ava dike, bang li jinan kir ku werin bibin yek û bi hev re fikran hilberînin û hunerê bi keda xwe pêş bixin.   Semra Ozdemîr a 27 salî li navçeya Yeşîlyurt a Meletiyê li Kolana Hunerê qursa ‘çînî’ vekir û armanc dike ku ji bo jinan qada îstîhdamê ava bike û got: “Min karê çînî fêrî gelek jinan kir. Jin bi saya vê qursê  aliyên xwe yên veşarî derxistin holê. Divê jin xeyalên xwe bi hunerê re pêş bixin. Xeyala her jinekê ev e ku fikrên wan pêk bên. Huner ancax di destên jinê de dikare pêk bê.”    ‘Hem perwerde hem qezenca aborî’   Semrayê bi lêv kir ku jin ji bo avahiya xwe ava bikin piştgiriya têr nabînin û ji ber vê pirsgirêka civakîbûnê dijîn û got: “Mixabin li Tirkiyeyê jin ji aliyê mêran ve tên hepskirin. Bi qursa min vekiriye ez hem perwerdeyê didim jinan û hem jî hewl didim qezenca xwe ya aborî pêk bîne.”   Semrayê di dawiya axaftina xwe de got divê jin bêjin ku ez dikarim bikim û her tim xwe pêş bixînin.