Li bazarên Îran, Rus, Ewropa, Misir û Japon krîza aborî 2018-04-17 09:20:44   Hîkmet Tunç   WAN - Li Wanê bazarên Îran, Rûs, Ewropa, Misir û Japon ji aliyê kesên tên bajar ve eleqeyek mezin dibînin.    Ji ber krîza borî van rojan her bazar li gorî xwe rojên zehmet dijîn. Li Wanê bazarên Misir, Japon, Îran, Rus û Ewropayê ji aliyê gelê herêmî û turîstan ve eleqeyek mezin dibîne. Li bazarên ku bi sedan esnaf hene, tunebûna esnafên jin jî rastî rexneyan tê.    Çîroka bazarên Wanê xwe dispêre salên 90’î. Ji ber polîtîkayên koçberiyê welatiyên hatine Wanê dest bi bazarganiyê kirine. tiştên xwe bi valîzan anîne bajar û di wan salan de ev wek ‘bazirganiya valîzê’ tê bi navkirin. Ji zucaciyeyê bigirin heta xişir, heta çente, kiras û fistan her tişt li van bazaran tên firotin û yek ji van bazaran jî Bazara Rûs ya Mezin e.    Yek esnafek jin tune   Di 1999’an de 7 kesî biryar dan ku bazarê ava bikin û ji 5 korîdor û 100 dukanî pêk tê. Ev dukan hemû ji aliyê mêran ve tên xebitandin. Esnafên mêr vê girêdayê krîza aborî dibînin û sedema esas jin vedibêjin. Esnafên jin diyar dikin ku ji ber zêdebûna mêran naxwazin bên vir.    ‘Belkî em bikevin Yekitiya Ewropayê’    Bazara Gel a Ewropayê ku li ser hewldanên bikevin Yekitiya Ewropayê hatiye avakirin û navê xwe ji wir girtiye ji aliyê esnafekê ve wiha tê vegotin: “Tirkiye bi salane hewl dide bikeve yekitiya Ewropayê lê encamê nagire. Li ser vê me jî 67 esnafî di koperatîfa ava kir de navê ‘Bazara Gel a Ewropayê li vir kir.” Li bazarê ji 43 esnafî tenê 6 heb jin in.    Di bazara Japon de serdestiya jinan    Bazara Japon ya di salên 2000’î de hatiye avakirin tê de 20 jin esnafiyê dikin. lê krîza aborî bandorek mezin li ser wan dike. Bi hatina biharê re dewetan hinek karê wan zêde kiriye. Îranî nayên bazarê Bazara Îranê jî ji ber têkiliyên cîrantiyê navê xwe ji wir girtiye lê turîstên Îranê zêdetir diçin AVM’an. Ji ber vê esnaf gelek xemgîn in. Bazar ji 56 dukanan pêk tê. Tenê 4 jin esnafiyê dikin. Sûka Misirê ji 200 dukanî pêk tê. Ji ber otelên li dora wê hatine çêkirin û otoparka çend katî gelek esnafan dukan girtine. Esnafên mane jî nikarin kar bikin û li vê bazarê jin tune ye.