Nebatên bi şifa ji lûkteyên çiya tên ser sifreyan 2018-04-16 09:10:51   COLEMÊRG - Giyayê bi şifa yên ji lûtkeyên çiya tên ser sifreyan, ji aliyê jinan ve tê komkirin û tînin ber destê kesên li bajaran dijîn.   Jin wek her sal bi hatina biharê re li çiya cureyê giyayê bi şifa yên derketine kom dikin. Ji ber qedexeyên zozanan, jin cihên ku dikarin biçinê, diçin û bi kedek mezin giyayê bi şifa kom dikin û ev cureyên giya li ser sifreyan cihê xwe digirin. Li Geverê li çiyayên Esendere, Serdeş û Mesken, kereng, siyabo, çîrîş, çax, helîs û gelekên din ji çiyan tên komkirin. Jin sibehê tên cem hev li kamyonê siwar dibin û derkevin lûtkeyên çiya.   Giyayê ku tînin navçeyê jî li ser tezgahan cihê xwe digirin û tên firotin. Li vir jî dîsa yên herî zêde eleqeyê nîşan didin jin in. Jinên ku eleqeyeke mezin nîşanî giya didin vî giyayî hem ji bo xwarinê û hem jî ji bo penêrê bi gîya bi kar tînin.  bikaranîn.