Jinan ji bo pirozbahiya 1'ê Gulanê bang kir 2018-04-15 15:18:54   ENQERE - Jinên endamên KESK, TMMOB, TTB û DÎSK’ê, diyar kirin ku dê bi şîara “Keda me, bedena me û nasnameya me, ya me ye” dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.    Jinên endamên KESK, TTB, DÎSK û TMMOB’ê ji bo Cejna Karkeran 1’ê Gulanê li hev civiyan. Jinên ku li Cafeya Bahar kom bûn pankarta “Ji ji bo rojên xweş jin berê xwe bidin 1’ê Gulanê” daliqandin. Parlamentera HDP’a Êlihê û Alîkarara Hevserokên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên partiyên siyasî û sendîka beşdarî kombûna jinan bûn.     Sekretera Giştî ya Emeklî Senê Nevîn Kiziloz, daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: “Jinên ku nîva jiyanê ava dikin, dê ji bo ked, wekhevî, edalet û aştiyê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Em ê li dijî tundî, tacîz, tecawîz û jenosîdê bi şîra ‘Keda me, bedena me û nasnameya me, ya me ye’ li qadan bin. Em bi hev re bi hêzin û emê bi hevre qezenc bikin.”   Piştî Kiziloz, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Herî zêde keda jinên kedkar nayê dîtin. Gava têkoşîna yekbûyî û nasnameya jinê li hev kom bûn, baweriya me heye ku aştî û demokrasiyê avabikin. Bi vê hişmendiyê teqez em ê qezenc bikin.”