Li Amedê kaneke petrolê ya nûh hate dîtin 2018-04-05 13:14:38   AMED - Li Amdê ya ku di warê çavkaniyên binê erdê de dewlemend e, kaneke petrolê ya nûh hat dîtin. Ji bo ku petrolê ji vê kanê derxîne şîrketeke petorlê Awusturalyayî ji bo ruhsetê serlêdan kir.    Bajarên Kurdistanê bi kanên petrol xwedî girîngiyekê ye û li cîhanê tê nasîn. Trans Atlantic Exploration Mediterranean International a navenda wê li Avustralyayê ye daxuyand ku li Amedê kanek petrolê ya nû dîtiye. Şirketê ji bo kar û barên petrole demil dest ji bo ruhsatê serlêdan kir. Miduriyeta Giştî ya Karên Petrolê (PÎGM) têkildarî mijarê di Rojnameya Fermî de pişt rast kir ku petrol hatiye dîtin. Kana Petrolê li herêma gundê Yenîevlerê ya bi ser navçeya Sûrê ya Amedê hatiye dîtin.