Ked û girêdana jinê ya bi xwezayê re 2018-04-05 09:04:09   Îlham Eloso   GIRÊ SPÎ - Jinên Grê Spî bi helwesta xwe ya kedkar li xwezayê xwedî derdikevin û ji bo geşkirina aboriya civakê berxwe didin.    Jinên Grê Spî bi têkiliya bi xwezayê re aboriya xwe geş dikin û ji bo civakek pêşketî bi keda eniya xwe têdikoşin. Jin ji bo xwe ji koletiyê rizgar bikin tevî hemû astengiyan û hişmendiya baviksalarî dev ji têkoşîna xwe bernadin.    Jina Ereb Ayşe Elî ya ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re esas digire anî ziman ku ew ji bo hişmendiya baviksalarî ji holê rakin di nav zeviyan de dixebitin û aboriya xwe pêş dixin. Her wiha Ayşeyê bi lêv kir ku jin bi vîna xwe ya azad dikare serî li dijî her zordestiyan hilde û azad bijî.    'Ger aborî pêş nekeve civak jî nikare pêş bikeve'   Jina bi navê Emel Ehmed jî bal kişand ser girîngiya aboriyê û got:"Ger aborî pêş nekeve ne jin ne jî civak pêş dikeve. Ji bo civakek azad û aram divê di warê aboriyê de pêşketinên berbiçav hebe loma em ji bo di warê aboriyê de li ser  lingan bisekinin em dixebitin. Divê jin xwe di malê de veneşêrin derkevin derve û di her qadê jiyanê de çalak bin. Ji bo jin neçewisin û azad bibin divê bi dilekî hevpar destên xwe bidin hev û li dijî hemû zextan têbikoşin û aboriya xwe pêş bixin. Loma ked û girêdana jinê ya bi xwezayê re girîng e. "     .