'Berxwedana Yukselê ji bo min rumet e' 2018-04-04 09:02:20   ENQERE - Ji çalakgerên li Kolana Yukselê Gulnaz Bozkurt di encama tundiya polîsan de beşek ji porê wê ji kokê hat rakirin û hat binçavkirin. Piştre jî  ji karê xwe yê nexweşxaneyê hat derxistin. Gulnazê wiha got: “Ez ji kar hatim derxistin. Bi vê dixwazin min bitirsînin. Wê dîsa porê me rakin û dîsa tundiyê pêk bînin. Lê em ê dîsa biçin.”   Yek ji berxwedêra Kolana Yukselê Gulnaz Bozkurt, di çalakiya êvara 28’ê Adarê de rastî şîdeta polîs hat û beşek porê wê ji ber polîsan kaş kir ji kokê rabû. Her wiha Gulnaz ji karê xwe yê sê salan ku li nexweşxana Ozel Guven dixebitî jî bi hinceta ‘piştgirî daye çalakiyê’  hat derxistin. Gulnazê diyar kir ku wê mafê xwe yê destura bingehîn bi kar aniye û wiha pê de çû: "Min xistim wesayîtê û min derb kirin. Piştre porê min girtin. Polîs hewl da min ji wesayîtê bavêje. Min jî hewl da ez xwe û porê xwe biparêzim. Polîsê ji destê min qerapûş kir û tiliya min gez kir. Piştre jî bi deqeyan porê min kaş kir.”   ‘Roj bi roj îşkece zêde dibe’   Gulnazê diyar kir ku ji ber îşkenceya polîsan aliyê wê yê çepê pûç bûye û got: “Ligel vê ez stu, dest û tiliyên xwe carna hîs nakim. Li dijî me hêrsek mezin heye. Em bi derb, heqeret û îşkenceyê tên binçavkirin. Roj bi roj îşkence zêde dibin. Dema em bi erdê re kaş dikirin hewl didan cilên me ji me bikin.”   ‘Hewl didin şerê kolanan bidin destpêkirin’   Gulnazê daxuyakirin ku êrîş ji bo wan têk bibin tên kirin lê ew dest ji çalakiya xwe bernadin û ev tişt anî ziman: “Heta îro gelek caran êrîş kirin. serî, mil û parsûyên me şikandin. Her tişt cerbibandin.  Lê encam negirtin. Hewl didin vê bûyerê veguherin şerê kolanê.”   ‘Dawî li karê min anîn’   Gulnazê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber piştgirî daye berxwedana Yukselê ji karê xwe yê li Nexweşxaneya Guven jî hatiye derxistin û got bi hinceta alîkarî daye berxwedana Yukselê teblîgat pê hatiye Îmzakirin û piştî vê îmzeyê jî nikarîbû tu mafê xwe bixwaze.   Gulnazê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyên hestiyar kir ku xwedî li berxwedana Yukselê derkevin û berxwedêrên Yukselê tenê nehêlin.    Ligel vê Gulnaz piştî rapora derbê bigire wê bi parêzerê xwe re der barê polîsên îşkencekar de gilî bike.