Bazarên alavên kevn di bin êrîşan de ne 2018-03-31 09:04:33   ÎZMÎR - Li dijî AVM’yan bazarên alavên kenv ku bûne cihên veguhestinê di bin êrîşa sîstematîk de ne.   AVM’yên ku tenê bikaranînê li ser mirovan ferz dike, hilberînê ji holê radike û hewcedariyên mirovan ew bi xwe diyar dike dibe sedem ku cihên ku alavên kevn lê tê firotin bê girtin. Ji ber AVM'yan mirov berhemên berê zû diavêjin çopê û wekî çop lê dinêrin.  Lê di xwezayê de têgeha çopê tune. Her hebûn vediguhere tiştên cuda û bi vî awayî jî tişt dema xwe tije nakin. Li dijî vê bikarhêneriyê cihên ku veguhestinê dikin hene. Ev cih ev demek in li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk tên tunekirin. Li bajarên wekî Enqere û Stenbolê bazarên ku alavên kevn lê tê firotin tên girtin. Herî dawî bazara bi navê Halkpinarê jî hat girtin.    ‘Bazirgan ji girtina tezgahan ditirsin’   Li Îzmîrê bi biryara walitiyê ev demeke bazara alavên kevn hat girtin û niha li derketina bazarên taxê, li derketinên îstasyona metroyê û rawestgehan tezgahên alavên kevn tên vekirin.   ‘Li dijî AVM’yan germahiya mirovan heye’   Aynur Guleryuz a esnafa bazara tiştên kevn a Uçyolê ye diyar kir ku ew hewl didin kesên pereyê wan tune cilan ji xwe re bigirin û got: “Ez bawer nakim ev kar bandora neyînî dike. Em li vir bi mirovan re sohbetê dikin. Li AVM’yan tiştên wisa tuneye. Ew der ne li gorî me ne. Kêfxweşiyek sexte heye. Muşteriyên me tên dibêjin ev tişt ji me re pêwist e. Gelo xwendekarek dikare biçe li mexazeyê wisa bêje?Ez pirtûkên kevn digirim. Lê li pirtûkxaneyan 30-40 lîra ye.”   ‘Veguhestin tunebe hilberîn zirarê didin xwezayê’   Aynurê destnîşan kir ku bikarhênerî her tim zirarê dide xwezayê û ev tişt bi lêv kir: “Em çi bibînin wê difroşin. Veguhestin tunebe hilberîn zirarê didin xwezayê. Em tiştên destê xwe heta dawiyê bikar bînin wê xweza xera nebe. Ji ber vê em çi dibînin wê difroşin.”   ‘Li vê bazarê hilberînên ku modeya wan derbas bûye tune’   Nurten Şîşek jî diyar kir ku sibehekê dema çûne bazarê hîn bûne ku bazar hatiye qedexekirin û ev tişt anî ziman: “Ev 20 sal in ez vî karî dikim. Berovajî qedexeyê eleqeya mirovan pir zêde bûye. Eleqe girêdayê krîza aboriyê ye jî. Modeya her sal diguhere êdî xîtabê kesî nake. Li vir her tişt heye. Mode li vir derbas nabe. Her kes tê vir.”