Seroka Egîtîm Sen'ê:Mafên jin û zarokan binpê dikin 2018-03-28 09:53:23   ENQERE - Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn Aydogan diyar kir ku AKP di rejîma nû de herî zêde berê xwe daye qada perwerdeyê û got zêdebûna îstîsmara zayendî jî di encama van polîtîkayan de pêk tê. Feray bi lêv kir ku di avakirina hemû rejîmên faşîst de pêşiya zewaca zarokan tê vekirin, mafê jin û zarokan tune tê hesibandin.   Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn Aydogan pergala perwerdê ya jê hatiye îxrackirin nirxand. Feray bi lêv kir ku di qada perwerdê de binpêkirinên mafan gelek tên jiyîn û ev binpêkirin bi OHAL û KHK’yan zêde bûye. Feray wiha got: “Hevalên me hatin îxrackirin. Xebatên wan hatin astengkirin. Gelek kedkarên perwerdê hatin îxrackirin.”   ‘AKP bi darbeya sivîl xwe dide jiyîn’   Feray daxuyakirin ku AKP zexta ku bi salane dixwaze pêk bîne bi OHAL’ê pêk tîne û got kekdarên cemaweriyê di dîrokê de rastî êrîşên wisa nehatine û ev tişt got: “AKP bi darbeya svîl xwe dide jiyîn.  Di dawiya vê pêvajoyê de wê bê dîtin ku hevalên me ne sûcdar in.”   ‘Nifşekî kîndar û oldar digihînin’   Feray destnîşan kir ku AKP dema rejîma nû ava dike jî herî zêde mudaxaleyî qada perwerdê dike û êrîşên li dijî polîtîkayên perwerdê di sala 2012’an de bi pergala 4+4+4 dest pê kirine.  Ferayê daxuyakirin ku ji wê pêve her tim li dijî perwerdê mudaxale hatiye kirin û hewl hatiye dayîn ku nifreşkî oldar û kîndar bigihîhin.   Ferayê di berdewamiyê de ev tişt ev tişt got: “Yek ji sedemên zêdebûna îstîsmara zayendî ya di qada perwerdê de ev e ku zarok teslîmî cemaatan hatine kirin. îstîsmara zarokan êdî bûye pirsgirêka mezin a Tirkiyeyê.  Li Tirkiyeyê perwerdehiyek laîk û zanistî bi giştî ji holê hatiye rakirin.”