Li Çerkezkoy 200 karkerên jin fabrîka dagir kirin 2018-03-25 10:15:05   TEKÎRDAG- Li Çerkezkoyê, ji ber sedema di hevdîtinên TÎS’ê de lihevkirin nehat kirin, karsaz 19 jê 20 karker ji kar avêt. Li ser vê 200 karkerên jin, hilberîn dan sekinandin û fabrîka dagir kirin.   Li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê li Fabrîkaya Pergalên Endustriya Prettl, hevdîtinên Peymana Karê Komî (TÎS) ya ji aliyê Sendîkaya Metal Turk ve dihat meşandin, bi nelihevkirinê encam bû û li ser vê 19 jê jin 20 karker ji kar hatin avêtin.   Li ser vê 200 karkerên jin, hilberîn dan sekinandin û fabrîka dagir kirin.  Karkerên jin diyar kirin ku heva lihevkirin pêk neyê wê berxwedana xwe bidomînin û gotin heta 20 kakerî negirin kar wê destur nedin hilberînê.   Li fabrîkayê berxwedan didome.