Aynur a hêviya xwe ji çandiniyê birî mirîşkan xwedî dike 2018-03-22 09:02:00   Gulîstan Azak   MELETÎ - Aynur Duru ya hêviya xwe ji hilberîneriya tutun û mişmişan birî dest bi xwedîkirina mirîşkan kir.   Li Tirkiyeyê cotkarî bi tunebûnê re rû bi rû ye.  Gelek berhem ji derve tên îthalkirin. Ji mişmişan heta tutunê ji zeytunan heta pincarê roj bi roj hilberîn kêm dibe û bi hezaran heqtar kad jî tune dibe. Gelek cotkar ji ber pirsgirêkan gund terk dikin an jî karekî din dikin. Yek ji van cotkaran jî Aynur Duru ya 40 salî ku li navçeya Battalgazî ya Meletiyê hilberînê dike ye.   ‘Tu piştgirî nedan cotkaran’   Aynurê daxuyakirin ku tevî ku axa vî welatî pir dewlemende jî hilberîna têr nayê kirin û pirsgirêkên ku cotkar dijîn wiha rêz kir: “Me hilberîna mişmişê tecrube kir lê piştgirî di alî avdanê de nehat dayîn. Ava kanalîzasyonê tevlî avê bû. Darên me hişk bûn. Me tutun ceriband, dewletê qedexe kir. me sewalkdarî cerbiband, destur nedan.  Me got em genim biçînin, buhayê mazotê zêde bû. Me got em pincarê şekir hilberînin, lê fabrîkayên şekir hatin girtin.   ‘Astengî dan pêş me’   Aynurê di berdewamiyê de bi lêv kir ku gundî ji bin van pirsgirêkan nikarin rabin û li gorî xwe anlternatîfên nû yên kar ava kirine. Aynurê ev tişt got: “Gundî ne efendiyê gel, bûye koleyê gel. Her ku em alternatîfan diafirînin desthilatdarî pirsgirêkan dide pêş me. Yekane armanca wan ev e ku gundan vala bikin û biguherin qadên leşkerî. Lê em destur nadin vê. Em gundê xwe terk nakin.”   Aynurê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew niha 300 mirîşkî xwedî dike û bi vê deabara xwe dike. Aynunê diyar kir ku ew ê têbikoşin û nanê xwe ji kevir derbixin.