'Yên ji bo şer butçeyê vediqetînin bila li rewşa cotkaran binêrin' 2018-03-20 09:03:08   Gulîstan Azak   MELETÎ - Cotkaran êrîşên TSK'ê yên li hemberî Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku yên rewşa hilberînerên mişmiş û tutunê ên welat nabînin, li welatên din li hemberî mirovan şer didin destpêkirin. Yên ji şer re butçeyê vediqetînin bila li rewşa cotkaran binêrin."   TSK û komên girêdayê wê li Efrînê bi ser mirovan de bombeyan dibarînin û li Tirkiyeyê jî krîza aborî her diçe mezin dibe. Jinên cotkar diyar kirin ku çandinî hatiye asta tunebûnê û got ew mexdurê buçteya ji bo şer hatine veqetandin e.   'Yên dimirin zarokên me ne'   Hilberînera mişmişê Ayşe Koç (70) daxuyakirin ku ew mirina jin û zarokan naxwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em komkujiyê naxwazin. Em li dijî şerê tê meşandin aştiyê dixwazin. Zarokên ji dayikên wan digirin û dişînin mirinê zarokên me ne."   Jina bi navê Beyaz Kartal a 45 salî jî bi lêv kir ku pirsgirêkên hilberînerên mişmişê gelek zêde ne û got şer herî zêde bandor li ser çandinî û sewalkariyê kiriye û wiha pê de çû: "Yên rewşa hilberînerên mişmiş û tutunê yên welatê xwe nabînin niha dibêjin 'em di bin tehdîda derveyê sînor de ne'.  Yên xwe nebînin pêşerojê jî nabînin. Komkujiya li Efrînê nayê qebûlkirin."   'Şer betalî û xizanî zêde kiriye'   Asli Aslan (41) destnîşan kir ku şer wê betalî û xizaniyê zêde bike û ev tişt anî ziman: "Butçeya ji şer re hatiye veqetandin ji bêrîka gel tê derxistin. Ji bo mazotê li ser zemê zem tê kirin. Gelê xizan mahkumî mirinê dikin. Em ji jiyana gelê derveyê sînor  bi fikar in. Her kes armanca êrîşa Efrînê dizanin. Em nikarin li dijî mirina zarokan bêdeng bimînin. Her ku em bêdeng bimînin em ê bibin hevkarê vê yekê."   'Dayik şer naxwazin'   Emîne Karataş (74) ku ew jî hilberînera mişmişê ye balkişand ser şer û got şer hilberîna mêr e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin bi salane dibêjin bila şer tunebe, bila rondik nebarin, lê mêr dibêjin şer. Em dayik şer naxwazin. Divê Tirkiye demildest şerê li dijî Efrînê bi dawî bike."