'Beriya ku hûn bên tasfiyekirin tevli berxwedanê bibin' 2018-03-12 09:10:14   ÎZMÎR - Sekretera 6’emîn Şaxa Egîtîm Sena Îzmîrê Îdîl Ugurlu diyar kir ku  zextên wek girtin û binçavkirinê yên li dijî sendîkayên girêdayê KESK’ê bi armanca çewisandinê tên kirin û banga têkoşînê li jinan kir.   Sekretera 6’emîn Şaxa Egîtîm Sen a Îzmîrê Îdîl Ugurlu diyar kir ku ew di pêvajoyek tarî ku îxrac tên jiyîn, jin hedef tên girtin, komele tên girtin, zarok bi îstîsmarkarê wan re tên zewicandin re derbas dibin û wiha got: “Ez bang li jinan dikim ku beriya bên tasfiyekirin têbikoşin.  Ji ber ku Hewl tê dayîn jinan hepsî malê bikin. “   ‘Dixwazin yên derve biçewisînin’   Îdîlê di berdewamiyê de diyar kir ku Nunera Kargeriya SES a Nexweşxana Herêmî ya Çîglî Edge Gurkan ji ber  afîşa ‘Em li gel TTB’ê ne’ hatiye binçavkirin û diyar kir ku êdî tehemul li hember navê aştiyê jî nemaye û wiha pê de çû: “Rêya jiyankirinê ji aştiyê derbas dibe. Em têkoşîna azadî, demokrasî û jiyanek mirovane didin.  Girtin û binçavkirin ji bo çewisandinê tên kirin."   Îdîlê her wiha daxuyakirin ku nikarin jinan bi binçavkirin, girtin an jî pêkanînên şîdetê biçewisînin û ev tişt anî ziman: “Kedkarên endamên sendîkaya alîgirin jî ji van pêkanînan nerehet dibin. Em wek Egîtîm Senê moral û motîvasyonê didin endamên xwe. Em bang li jinan dikin ku têkoşîna xwe berdewam bikin û bibin endamên sendîkayên girêdayê KESK’ê.  Di rewşa têkoşîn neyê dayîn de wê rojên tarî bên wan bibînin.  Bi hewldana çewisandinê dixwazin tirsê biafirînin. Beriya ku hûn bi tasfiyekirinê re rûbirû bimînin tevli têkoşînê bibin.”